Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hûsîyan Êrîşî Koşka Serokatîyê ya li Edenê Kir û Herî Kêm 4 Kes Hatin Kuştin

Hikûmeta Yemenê ragihand ku herî kêm çar kes di êrîşeke mûşekî ya Hûsîyan de hatine kuştin, ku roja Pêncşemê komelgeha avahîyên serokatîyê ya li Edenê, li başûrê Yemenê, armanc girtibû.

Şahidan jî ji ajansan re gotin ku teqînên li pey hev li bajêr hatin bihîstin û stûnên dûmanê ji derdora koşka El-Me’aşîq rabûn.

Çavkanîyên hikûmeta yemenê ragihand ku Serokwezîr Şay'i Muhesin El-Zendanî û wezîrên ku di avahîyên serokatîyê de bûn ewle ne û tiştek bi wan nehatîye.

Ajansa nûçeyan a Sebe'i ragihand ku armanca êrîşê navendeke operasyonên leşkerî bû.

Di heman demê de, hêzên hikûmetê ragihandin ku Hûsîyan bi mûşekên balîstîk bajarê Me'ribê armanc girtine. Li derdora Te'izê jî şerên dijwar berdewam in.

Pevçûnên domdar bûne sedema koçberîya bi hezaran malbatan, di demekê de ku dorpêç û kêmbûna pêdivîyên bingehîn jiyana sivîlan dijwartir dikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG