Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SOHR: Di Peqîna Cebilxana Çekan de li Îdlib Dehan Kes Hatine Kuştin


Wêne Arşiv
Wêne Arşiv

Çavêdriya Sûrî bo Mafên Mirov SOHR, roja Yekşemê da zanîn ku li parêzgeha Îdlib li bajarê Sarmada di avahiyekê sivîlan de ku tê texmîn kirin Cebilxana çekan be peqînek çêbûye di encam de dehan kes hatine kuştin.

Çavdêrî dibêje, bûyer li herêma ku li jêr kontrola çekdarên opozisyona Sûrî de li qewimî ye, 39 kesên sivîl hatine kuştin di nav kuştiyan de 12 zarokin.

Peqîna li bajarok Sarmada pêkhatîye di avahîyekî çendîn qatî bûye, ew herêm nêzîkî sinorê Tirkiyê ye li bakurê bajarê Îdlib navenda parêzgehê, kesên di avahi de piraniya wan sivîlên ku ji sedema şeran koçberî wê herêmê bûne.

Xwediyê "komên Spî" ku li herêmên li jêr kontrola opozisyonê hatine ava kirin bo alîkarî û rizgar kirina qortbaniyên şerên li Sûriyê dibêjin, wan bi dehan kes bi saxî li jêr xirebyan derxistine, û termên 36 mirîyan jî, ew dibêjin sedema peqîna di avahî de heta niha nehatîye zanîn.

Parêzgeha Îdlib herêma herî dawiyê ye ku heta niha hin herêmên wê di destên hêzên Opozisyona rejîma Dîmeşqê de mane.

XS
SM
MD
LG