Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Edmond Gherîb: Misir Venagere Serdemê Mubarek


Xwepêşanderên Misirê tûre ne jiber kû Ahmed Şafîq, Serokwezîrê serdemê Husnî Mubarek di helbijartinan de li pêşe û dê bikeve gera diwê ya helibjartina û piştî ragihandina encamên dengdanê ofîsa sereke li Qahîre têkdan û agir berdanê.

Karmendên hawarçûnê got agir ber bû navenda sereke ya kempêna helbijartina birêz Şefîq, lê zîyan negîha mirovan. Berî hingî, bi hezaran xwepêşander li meydana Tehrîr û cadên dî silogan li dijî wî û hevrikê wî berbijarê Îxwan Muslimîn Muhammad Mursî hildan.

Di hevpeyvînekê de digel Dengê Amerîka Profêsor Edmond Gharîb, mamostayê sîyasetê li zankoya George Washington û Zankoya Amerîkî li Washington got, encamên gera diwê çawa bin, Misir venagere serdemê Mûbarek. Wî got jî, zehmetîya li pêş van herdû berbijaran ewe xortên soreşê û piştevanên kandîdên serneketî ji xwe ra rakêşin.

Jibo guhdarî kirina raporta Dexîl ê Şemo amadekirî, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG