Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibistanên Taybet li Herêmên Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê Tên Qedexekirin


Desteya Perwerdeyê ya Rêvebirîya Xweser li Bakur û Rojhilata Sûrîyê biryar da ku hemû dibistanên taybet û peymangehên fêrkirinê yên ku rêbazên xwendinê yên hikûmeta Sûriyê didin bêne girtin.

Sedema vê biryarê jî ew e ku ev dibistan programên hikûmeta Sûriyê didin xwendekaran.

Ji roja Şemiyê ve peymangeh û navendên taybet li bajarê Qamişlo saetên karê xwe ji bo hefteyekê rawestandine, li gor ku hinek ji wan navendan li ser rûpelên xwe belav kirine, sedema wê jî ku Rêvebirîya Xweser rê nade rêbaza xwendinê ya rejîma Sûrîyê bê dayîn.

Berpirseke perwerdeyê di Rêvebirîya Xweser de got ku wan fermanek belav kiribû ku li deverên jêr desthilta Rêvebirîyê sîstema xwendinê ya rejîma Sûrîyê qedexe bibe.

Semîra Hac Elî, Hevseroka Desteya Perwerdeyê.
Semîra Hac Elî, Hevseroka Desteya Perwerdeyê.

Hevseroka Desetya Perwerdeyê Semîra Hac Elî ji Dengê Amerîka re got wan careke din ligel rêvebirên navend û enstitûyên taybet civîyan û ew hişîyar kirin ku nabe bi ti awayî rêbazê xwendinê yê rêjîma Sûriyê bidin.

Li aliyekî din, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girtin û qedexeirina dibistanên taybet şermezar kir û weke biryareke ne di cih de dît û xwest ku rêveberî ji wê biryara xwe vegere.

ENKS di daxuyanîyekê de got ku wan her tim xwestiye programên perwerdeyê ji mijarên siyasî bêne dûrxistin.

ENKSê dibêje, biyarên wiha hîştine ku hejmara koçberiyê zêde bibe û deverên kurdan ji pispor û şarezayan vala bibe.

Di beşeke din a daxuyanîya xwe de ENKS ji Rêveberiya Xweser xwest xwendekaran û malbatên wan serbest bihêle û mafên wan binpê neke.

Li aliyekî din, çavdêr dibêjin ku danpêdanek navnetewî bi rêbazên Rêveberiya Xweser tune ye, lewma dibistan û peymangehên taybet vê yekî bi kar tînin û bermanberî fêrkirina rêbazên hikûmeta Sûriyê pereyên zêde ji malbatên zarokan werdigirin. E v jî dibe barekî giran li ser milê malbatan.

Hêjayî gotinê ye ku li bajarê Qamişlo nêzî 40 dibistan û peymangehên taybet hene ku li gorî rêbazên hikûmeta Sûriyê sîstema berwerdeyê bi rê ve dibin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev nêzî 7 sal e fêrkirin bi rêbazên hikûmeta Sûriyê li navçeyên Rêvebirîya Xweser hatiye rawestandin û li şûna wê Desteya Perwerdeyê ya girêdayî Rêvebirîya Xweser prosesa xwe ya xwendinê sepandiye.

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:44 0:00
XS
SM
MD
LG