Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Aydın Engîn: Sedema Karberdana Efkan Ala Operasyona FETO ye


Wezîrê Navxweyî yê berê yê Tirkîyê Efkan Ala
Wezîrê Navxweyî yê berê yê Tirkîyê Efkan Ala

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Efkan Ala berî çend rojan, bi awayekî neçaverekirî ragihand ku wî dest ji karê xwe berda. Serokvezîrê Tirkîyê Bînalî Yıldırım jibo xizmetên wî, spasîya Ala kiribû û dabû zanîn ku Suleyman Soylu wê şûna Ala bigire.

Rojnamevan Aydin Engîn ji Denge Amerîka re sedemên îstîfakirina Ala nirxand û got, bawerîyeke xurt heye ku Ala bi daxwaza xwe dev ji kar bernedaye, lê Serokomar Erdogan karvekêşana wî xwestiye.

“Em dikarin çend xalan bisekin ku xala herî girîng pêvajoya hewldana darbeya leşkerî ye. Piranî walî û qeymeqam ku merivên cematê bûn ji alîyê Ala ve hatibûn erkdar kirin û sedema bingehîn ew bûn.”

Engîn gotinên Cîgirê Serokwezîrê Tirkîyê Numan Kurtulmuş bi bîr tîne ku gotibû "paqîjîya bingehîn wê meha Îlonê pêk were".

Engin bi berdewamî got ku îhtîmal e “Lihevkirina Dolmabahçê” ya navbera hikûmeta Tirkîyê û HDP’ê jî di karberdana Ala de foktoreke girîng be.

“Wezîrên ku di cîvîna Lihevkirina Dolmabahçê de hebûn, gîş hatin dûr xistin û tenê Efkan Ala mabû. Niha Ala jî çû û êdî kesek ji wan di hikûmeta nû de cîh nagirin.”

ZY_9_2_16_Efkan_Ala
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:55 0:00

XS
SM
MD
LG