Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Binpêkirinên Du Salên Borî Eşkere Dike


Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê raportek dor binpêkirin û tawanên ku di nava du salan de li Efrînê çêbûne derxist.

Di raportê de kiryarên ku artêşa Tirk û komên çekdar yên bi ser wê, dijî gel, xweza û şûnwarên herêmê kirine, hatine belge kirin.

Berdevikê rêxistinê, Îbrahîm Şêxo dide zanîn ku wan kiryarên wek kuştin, lêdan, revandin, êşkence, dizîn û desteserkirin bi giştî 872 dosya belge kirine.

“Li gor qanûna navdewletî û peymanên Geneva 1949 û peyman Lahay, kiryarên ku li Efrînê tên kirin, weke sûcên dijî mirovahîyê û sûcên şer tên bi nav kirin. Li hindurê Efrînê 6200 kes hatine revandin, ku çarenivîsa 3400 ji wan ne dîyar e.”

Şêxo da zanîn ku 55 kes di bin êşkenceyê de hatine kuştin û wan 61 tawanên destdirêjîya seksî dijî jinan belge kirine.

Raport herwiha bal dikşîne ku xweza û şûnwarên Efrînê jî bûne armanca zêdegavîyan û 200 hezar darên zeytûnê hatine birîn û 11 hezar hiktar anku sêyekê ji rûbera giştî ya zevî û daristanan li Efrînê hatine şewtandin.

“75 cîhên şûnwarî hatine kolandin û dizîn, ku 28 cîhên dîrokî û 15 mezargehên olî hatine rûxandin,” raportê got.

Tevî hemû van kiryaran 300 hezar kes gelê herêmê yê resen hatine koçber kirin.

“Ji sedî 95 gelê Efrîn Kurd bûn, lê niha rêjeya Kurdan daketiye sedî 18, ku li şûna gelê herêmê yên resen 400 hezar Ereb û Tirkmen bi cîh kirine,” Şêxo got.

Wî herwiha dîyar kir ku Tirkîye jiber guhertina demografîk ku li Efrînê pêk tê, berpirs e.

“Tirkîyê ziman, al, û çanda xwe li herêmê ferz kiriye, artêş û îstixbaratên wê li herêmê desthilatdar in. Her tiştê ku li wir diqewime bi hayderîya dewleta Tirk çêdibe çimkî ew dewlet bê destûra Neteweyên Yekbûyî axa welatekî din dagîr kiriye.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku artêşa Tirk û komên çekdar di 18 Adara 2018’an de dest danîbû ser herêma Efrînê û ji wê çaxê de gelek kiryarên dij mafê mirovan kirine.

Jimareke sazî û rêxistinên navdewletî yên wek komîteya Neteweyên Yekbûyî ya mafê mirovan, Human Rights Watch, Amnesty International, Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan ew belge kirine.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:44 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG