Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Efrîniyên li Qamişlo  Daxwaza Vegera bi Ewle Dikin


Efrîniyên li Qamîşlo Dijîn daxwaza vegera ser mal û warê xwe dikin
Efrîniyên li Qamîşlo Dijîn daxwaza vegera ser mal û warê xwe dikin

Pirojeya Tirkiyê ya vegerandina 1 milyon penaberên Sûriyê bo Bakurê Sûriyê, bi taybet herêmên kurdî, wê bandorê li paşeroja wan deveran bike ku şêniyên wan yên resen ji wan herêman koçber bûne.

Koçberên Efrînê yên li Qamişlo dimînin, dibêjin, pêwîste saziyên navdewletî kar ji bo vegerandina derbiderên Efrînê bo navçeyên wan bikin, divê ew bi projeya Tirkiyê razî nebin.

Rojnemevanê Efrînî Şerîf Mihemed, ku endamê Kombenda Civakî ya Efrînê ye li Qamişlo, dibêje "Penberên Efrînê ne dûrî malên xwe ne ew li ser sînorê Efrînê ne ,li benda vegera malên xwe ne, lê kiryarên artêşa Tirk û grûpên çekdar rê li ber vegera Efrînyan girtine."

Li aliyekî din çalakvanên Efrînî diyar dikin ku ev piroje metirsîdar e, dê aloziyên bê sînor bi xwe re bîne.

Çalakvana Efrînî Rozelîn Bekir diyar dike ku , Tirkiye giraniyê dide guhertina demografiya Bakurê Sûriyê bi taybetî herêmên kurdî û di nav de Efrînê û dê ev yeke şerekî di pêşerojê de bi xwe re bîne.

Efrîniyên li Qamişlo dimînin bang li Amerîka û Rûsiyayê dikin ku rê li ber binpêkirinên Tirkiyê û komên çekdar bigrin û çareseriyeke navdewletî û ji bo vegerandina wan cîbicî bikin .

Ciwanê Efrînî Torîvan Topal, xwest bi rê ya Dengê Amerîka banga xwe bighîne aliyên navdewletî ku dixwazin bi aramî vegerin malên xwe .

Hêjaye bibîrxistinêye ku li 3ê vê mehê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, ku Tirkiye ji bo vegerandina yek milyon penaberên Sûriyê amadekariya pirojeyekê dike, ku dê bi alîkariya Tirkiyê û rêxistinên navdewletî li 13 herêmên Sûriyê bê cîbicîkirin.

Dirbiderên Efrînê yên li Qamişlo rûniştîne ku hejmara wan nêzîkî 500 malbatî ne ew li benda çareseriyeke navdewletîne da ku vegirin ser mal û warên xwe.

Lê ew di wê metrisiyê da ne, ku heke ev piroje pêk were dê vegera wan bo Efrînê nepêkan be.

Li gorî hin jêderan di roja 13 mehê de Tirkiyê yekem kom ji penberên Sûrîyê ku hejmara wan 100 kes bûn derbasî navçeya Girêspî ya sînorî li bakurê û rojhilatê Sûrîyê kir.

Li gorî heman jêderê ev koma penaberan ji derbiderên "Hims ê, Heleb, Xûtaya rojhilat û Dêrazorê ne" ku niha ew li navçeya Girêspî hatine bicihkirin.

Raporta Qamîşlo 15 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:11 0:00
XS
SM
MD
LG