Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nexweşîya Leşmanîya di Nava Penaberên Efrînê de Belav Dibe


Heyva Sorî Kurdî û çarekirina nexweşên penaber li Şehba
Heyva Sorî Kurdî û çarekirina nexweşên penaber li Şehba

Şênêyên Efrînê ku koçberî herêma Şehba bûne, di şert û mercên kambax de dijîn, loma gelek nexweşî û pirsgirêkên saxlemîyê di nava wan de derdikevin.

Heyva Sora Kurdî hewil dide derman û çareserîyê ji kesên nexweş re pêşkêş bike, endamê Heyva Sor Roj Gulku li dor karê wan diaxive: “Yek ji nexweşîyên ku gelê penaber pêre rûbirû ye, vîrosa leşmanîya ye, ku bûye sedema pêketina bi sedan kesî, ku pizga salê li rû û çermê wan derkeve”.

Gulku dîyar kir ku Heyva Sor tîmên taybet jibo lêgerîna di nava gundan de ava kirine, da ku dermanan bidin kesên nexweş, çimkî pir kes nikarin serdana navendên wan bikin.

Gulku hejmara kesên hatine çareserkirin her wiha yên hîn çareserîyê dibînin eşkere kirin: “Nêzî 300 kes hatin derman kirin, û hîn 250yên din çareserîyê digrin, her wiha nêzî 200 kes li benda encama lêlolîna laboratoran in ta piştrast bikin nexweşîya wan leşmanîya ye yan na”.

Karmendê Heyva Sor ragihand ku ew derman û çareserîyê belaş ango pê pere pêşkêş dikin, her wiha wî bal kişande ser kêm derfetîya wan, ku laboratorên Heyva Sor tune ne her wiha derman jî bi zehmetî dighîne wan.

“Herêma Şehba di bin dorpêçê de ye, hêzên rêjîma Sûrî zû zû nahêle derman derbaz bibin, loma em astengîyan dikşînin” Gulku got.

Roj Gulku di dawîya axaftina xwe de bang li sazîyên tenduristî û yên hawarçûnê kir jibo destekê bidin wan û serdana penaberan li Şehba bikin da ku ji nêz ve rewşa wan ya dijwar bişopînin.

Raporta Newroz Reşo - Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG