Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Salvegera 4'an de Efrînîyên Derbider Êrîşa Ser Warê Xwe Şermezar Dikin


Di 18'ê Adara 2018'an de artêşa Tirk û komên çekdar yên pêre dest danîbûn ser herêma Efrînê, ji wê çaxê de sûc û binpêkirin li herêmê diqewimin berdewam dikin.

Jibo şermezarkirina van kiryaran, bi hezaran Efrînîyên li penageha Şehba derbider in xwepêşandeke girseyî li dar xistin.

Di xwepêşandanê de Efrînîyên derbider wêneyên cangorîyên şerê 58 rojan hildan, herwiha silogan û pankartên dilsozîya bi Efrînê re bilind kirin.

Xwepêşanderan kiryarên li Efrînê diqewimin şermezar kirin û bi taybetî yên li dijî jina Kurd, ku rastî destdirêjî û zedegavîyan tê.

Herwiha xwepêşanderan bal kişandin ser rewşa metirsîdar ya Efrînê, ku serdestên li herêmê rêxistinên teror weke DAIŞ û El-Qaîdê hembêz dikin, loma herêm veguherîye zemîn jibo nûzindîkirina wan, ku du lîderên DAIŞê nêzî sînorê Efrînê hatibûn kuştin.

Xwepêşanderan helwesta civaka navneteweyî jî rexne kirin, ku tiştê li Efrînê diqewime hemû zagonan binpêdike lê cîhan li hemberê bêdeng e.

Hêjayî bi bîr xistinê ye rewşa Efrînê ji çar salan de berbelav e, ku rojane binpêkirina mafên mirovan, desteserkirina sivîlan û destdanîna ser mal û milkê xelkê, tên kirin.

Ev kiryar di gelek raportên hiqûqî de hatine belge kirin, ku herî dawî Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye ew kiryar weke sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê bi nav kiribûn.

NR_03_18_2022_Xwepêşandan_Efrîn_Derbider
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:04 0:00

XS
SM
MD
LG