Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrînê bi Alozîyên Saxlemîyê re Rûbirû Ne


zarokên nexweş ketî li bingeha Heyva Sora Kurdî li Sûriyê
zarokên nexweş ketî li bingeha Heyva Sora Kurdî li Sûriyê

Piştî gelê Efrînê penaberî Herêma Şehba û devera Şêrawa bûn, jîyana wan rastî gelek zor û zehmetiyan hat, yek ji van zehmetiyan pirsgirêkên tenduristiyê bûn, jiber ku nexweşxane, klînîk û pizîşk li wê derê tune bûn.

Di vê rewşa han de ku, rê jî girtîne, zarok herî zêde dibin zerarmend, Heyva Sor Ya Kurd li 5 navendên xwe li Şehba û Şêrawa jibo zarokan xizmetkarîya tenduristî pêşkêş dike.

Reşîd Îbiş ji rêvebirên Heyva Sor agahî bi me re parve kirin: “Xezmetkarîyên saxlemîyê lawaz in, kadroyên tendirustiyê kêm in, herwiha alavên çareseriyê jî tune ne, zêdeyî wê herêm dorpêçkirî ye, loma zarok baldarîya nûjdarî nabînin, ku 4 zarokan ji ber nexweşîyê jiyana xwe ji dest dane”.

Reşîd ragihand ku pirsgirêk di aşlekirina zarokan de jî heye, çimkî tenê 3 navendên derzîkirinê hene û ew têra hejmara mezin ya zarokan nakin.

“Nepaqijîya avê dihêle nexweşî di nava zarokan de derkevin weke nexweşîyên sorik, laşmanîya, zerik û nexweşîyên sîngê” Îbiş got.

Îbiş dîyar kir: “Kêmderfetiya Heyva Sor û kêmbûna şîr û dermanan herwiha tunebûna rêxistinên hawarçûnê jiyana nêzî 65 hezar zarokî dixe metirsîyê ku sêyek ji zarokan ji şîr mehrûm in”.

Xeteriyeke din li jîyana zarokan, mayîn û bermahîyên şer in Îbiş dibêje, ku 5 zarok birîndar bûne û 4an jî jîyana xwe wida kirin ji ber teqîna bermahîyan.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji sala 2012an ta 2016an li Herêma Şehba şerên dijwar navbera alîyên cuda de rûdabûn, loma li vê derê xizmetkarîyên saxlemîyê gelekî lawaz mabûn, niha jî gelê Efrînê ku li Şehba derbider bûye bi alozîyan re rûbirû maye.

Raporta Newroz Reşo 30 07 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG