Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Elî Îso: Hêzên Çekdar Li Efrînê Dixwazin Şerîeta Îslamî Lê Cîbicî Bikin


Piştî dagîrkirina bajarê Efrînê li ser destê artêşa Tirkiyê û alîgirên wê ji çekdarên Erebên Îsalmî, êdî dest bi guherîna demografiya bajêr dibe, ku welatiyên Ereb ji Guta ya Rojhilat û deverên din li malên Kurdên Efrînê bicî dikin, di heman demê de jî, yasayên dadegehan li gorî nerîn û bûçûnên xwe yên Îslamî diguherînin.

Di derbarî vê rewşê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi Elî Îso re kir, rêvebirê saziya Êzdî Ne ya mafên mirovan û ragîhandinê.

Birêz Elî dibêje: Çekdarên Erebên Îslamî li Efrînê, dixwazin yasaya bi navê (Yasaya Erebî ya Yekgirtî ) li dadeghên Efrînê de bikar bînin, ku li ser bingeha Şerîeta Îslamî hatiye ava kirin û ev tiştekî li dijî yasayên navnetewî ne.

Ji aliyekî din ve jî Elî got, ku anînan Erebên ji Gutayê ya hundrê Efrînê û bicî kirina wan di malên kurdan de, karekî li dijî mafên mirovan e û metirsiyekê li ser guherîna demografiya bajarê Efrînê çêdike û bi taybetî ji oldarên Êzîdî re.

Weke ku Elî anî ziman, mala wî bi xwe jî hatiye zepkrin û malbatek Ereb têde bicî bûye.

Hevpeyvîna Elî Îso-4-28-2018-LA

Hevpeyvîna Elî Îso-4-28-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:52 0:00

XS
SM
MD
LG