Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bekir Elo Rewşa Awareyên Efrîne Şîrove Dike


Kampa ku penaberên Efrîne ya li herema Şehba, Efrîn,Sûrîyê.
Kampa ku penaberên Efrîne ya li herema Şehba, Efrîn,Sûrîyê.

Civata giştî ya Neteweyên Yekbûyî (UN) di 4’ê Berfanbara 2000’an de, biryar da ku her sal 20’ê Hezîranê wek Roja Penaberan ya Cîhanê were pîroz kirin.

Armanca vê rojê pîrozbahî û rêzdariya cesaret û berxwedêriya bi deh mîlyonan mirovên ku jiber şer an jî zordarîyê neçar mane ku malên xwe biterikînin e.

Li herêma Şehba ya li bakurê rojavayê Sûrîyê pênc kampên penaberan hene. Li van Kampan nişteciyên ku di encama êrîşa artêşa Tirk û komên tundrê li ser Efrînê û wek bi sed hezaran gelê herêmê ya meha Çile ya 2018'an de, neçar mane ku koç bikin, dijîn.

Hevserokê Rêvebirîya kantona Efrîne û berpirsê gîştî yên kempên ku penaberên Efrîne Bekir Elo ji Dengê Amerîka re ragihand ku dîroka avakirina ev 5 kampana bi eş e û bi dijwarî hatine ava kirin.

“Herî pêşî kampa yekemin Kampa Berxwedan e, pîştre kampên Serdem, Efrîn, Vegerê di 2018'an de hatîye avakirin, kampa penca Kampa Şehba berê hatibû avakirin û her wiha me tu alîkariya navnatewî wernegirt.”

Hevserok dibêje ku 127 hizar Efrînê koçber bûne û li kampan 7 hizar penaber dijîn û her wiha balê dikşine xeterî û pirsgirêkên penaberan.

“Evlehî ye, tendûristî ye,derfetên kar tune ye, li gundan mayin hene, em sivil û zarokan şehid didin.Dagirkerên Tirkîyê û çekdarên girêdayê van rojana erîşan pêk tîn e, sivîlan bombebaran dike.”

Hûn dikarin tevahîya hevpeyvîne li ser lînka jêr guhdar bikin

Hevpeyvina Hevserokê Rêvebirîya Qantona Efrîne Bekir Alo
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:34 0:00


XS
SM
MD
LG