Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwendekarên Ciwan yên Efrînê li Şehba Çalakîya Huner û Sporê Pêk Anîn


Festîvala Xwendekarên Efrînî
Festîvala Xwendekarên Efrînî

Xwendekarên ciwan yên Efrînî ku li penageha Şehba dimînin, festîvaleke çand, huner û sporê pêk anîn.

Festîval ji alîyê Yekîtîya Sporê ya herêma Efrînê û Tevgera Ciwanên Demoqrat ve bi rê ve çû, ku xwendekarên tê de beşdar çalakîyên cuda li dar xistin.

Derbara festîvalê de hevseroka Yekîtîya Sporê Dunya Bekir got ku armanca wan dagirtina betlaneya dawîya sala xwendinê ye û wiha dewam kir:

“Me xwest rola xwendekaran di warên çand, huner û sporê de xurtir bikin, armanca me enerjîya legel ciwanan bi tiştên girîng bi cîh bibe, di dawîya çalakîyan de bi dîyarîyên sembolîk ew tên xelat kirin”.

Festîvalê du rojan dewam kir, roja yekê ya sporê bû, têde 10 tîmên xwendekaran di lîskên tekane û komel de, weke: şetranc, pîng pong, kişandina ben, futbol û volaybolê hatine hember hev.

Herwiha roja duduyê ya çand û hunerê bû, tê de xwendekaran govend, stran û muzîk pêşkêş kirin.

“Beşdarîya di festîvalê de cîhê şanazîyê ye, moralên me bilind kirin, ku di dawîya sala xwendinê de em weke tîma keçan tev li vê çalakîyê bûne,” Elîya Memo lîstikvana tîmeke futbolê, hestên xwe anîn ziman.

“Festîval bi beşdarîya sed xwendekaran tê li dar xistin, ciwan bi coşeke mezin li hev kom bûn û tevlî çalakîyên hunerî û sporê bûn, di dawîya sala xwendinê de ev fastîval weke şahî û behnvedanekê bû,” Xwendekarê amadehî Xelîl Elî ku di rêxistinkirina festîvalê de cîh girtiye, got.

Ji alîyê xwe ve Nûjîn Fatê xwendekara peymangeha wêje û zimanê Kurdî kêfxweşîya xwe ji festîvalê parve kir: “Ez weke temeşevan jibo piştevanîya tîmên beşdar di festîvalê de hazir bûme, mij xwest morala wan bilind bikim, çalakîyên hatine pêşkêş kirin pir xweş bûn”.

Hêjayî gotinê ye ku îsal gera sisîyê ya festîvalê bû, ku amadekarîyên wê ji destpêka sala xwendinê de pêk dihatin, li dibistanên navîn û amadehî ku xwendekarên Efrînî yên derbider lê fêr dibin, herwiha lidarxistina festîvalê weke fînala çalakîyên nava salê de ye, ku beşdarîya keçikan îsal tê de balkêş bû.

NR_06_06_2022_Festîval_Xwendekar_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG