Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşveçûnên Dawî li Herêma Efrînê


Teqîn li bajarê Efrîn, 27.06.2018
Teqîn li bajarê Efrîn, 27.06.2018

Li herêma Efrînê ku di bin serdestîya Tirkîyê û komên çekder yên girêdayî wê de ye, hejmarek bûyer qewimîn.

Di danê sibê yê Çarşemê de li navenda bajêr 2 teqînên dijwar rûdan, teqîna yekê li nêzî çerxerêya Kawa çêbû û li gor çalakvanan teqînê navendeka koma îslamî ya bi navê (El-Cebhe El-Şamîyê) kiriye armanc, û teqîna duyê jî li nêzî nexweşxaneya Dêrsim çêbûye.

Li gor jêderên herêmî hate zaîn ku di herdu teqînan de, 9 kuştî û hejmarek nedîyar birîndar ketine ku di nav de sivîl hene.

Ev herdu teqîn di demekê de tên ku serdanaeke walîyê Hatayê jibo Efrînê çaverêkirî bû, serdan bi mebesta pîrozkirina serkeftina Recep Teyip Erdogan di hilbijartinên Tirkîyê de bû, û nayê zanîn ku serdan hat paşxistin yan na.

Herwiha tiştê balkêş di van teqînan de ew e ku piştî şevekê ji pevçûnên bi çekên giran di navbera du komên çekdar (Liwa El-Mutasim û El-Cebhe El-Şamîyê) de rûdabûn, pevçûn bi sedema nakokîyên di navbera rêbendên girêdayî herdu grûbên çekdar de bûn.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku zêdegavî û binpêkirinên Tirkîyê û komên tundrê li ser xelkê herêmên Efrînê didomin, ji kuştin, lêdan, êşkence û revandin, ku çaresûna bi sedan welatîyan ne dîyar e, tevî kiryarên dizîn û talankrinê.

Li alîyekî din li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa pevçûneke demkî di navbera milîsên bi ser rejîma Sûrî li bajarokê Nibul û komeke leşkerî ya Kurd de derket, di encamê de milîsek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Piştî pevçûnan bi dehan welatîyên Kurd yên ji Efrînê penaberî bajarokê Nubil bûbûn hatin revandin û lêdan xwarin, lê piştî destwerdana rûsipîyan û komîteya hevrêzkirinê ew hatin berdan û pevçûn bi dawî bûn.

Newroz Reşo_Efrîn 27.06.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:36 0:00

XS
SM
MD
LG