Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bûyerên Leşkerî û Bîlançoya Meha Nîsanê li Herêma Efrîn û Şehbayê


Afrin protest
Afrin protest

Artêşa Tirk şeva çûyî careke din bi dijwarî çendîn gundên nahîya Şêrewa ya Efrînê û herêma Şehba topbaran kirin.

Li gor çavkanîyên meydanî pirtir ji 100 top û mûşekan li deverên navborî ketine, herwiha li enîyên şer pevçûn di navbera artêşa Sûrî û komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve derketine.

Hêzên Rizgarîya Efrînê
Hêzên Rizgarîya Efrînê

Her di vê çarçoveyê de agahî hene ku du bingehên artêşa Tirk hatine armanc girtin, yek li gundê Kilcibrîn yê Ezazê û ya din li gundê Kîmarê yê Efrînê, ku tê îdîa kirin çend leşkerên Tirk hatine kuştin.

Ev bûyerên leşkerî di vê demê de tên ku êrîşên artêşa Tirk li ser herêmê zêde bûne.

Di vê derbarê de Ragihandina Leşkerî ya Herêma Efrînê bi daxuyanîyekê ji bîragiştî re bîlançoya meha Nîsanê ya topbarana artêşa Tirsk û komên çekdar yên pêre li ser herêma Şehba û Şêrewa ya Efrînê ragihand.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku gund û bajarokên her du deveran rojane bi çekên giran hatine armanc girtin, ku pirtir ji 2300 topên hawan û obîs lêketine û çekên doçka û BKC li berên pêş hatine xebitandin, herwiha gelek caran firokên şer û keşfê li ser deverê gerîyane.

Li deverên ku hatine armanc kirin, derbiderên Efrînî dimînin ku ew di bin kontrola Hêzên Rizgarîya Efrînê û artêşa Sûrî de ne û herwiha milîsên bi ser Îranê ve û hêz û navendên leşkerî yên Rûsya jî li deverê hene.

Li hember vê topbarana artêşa Tirk û komên çekdar de bersîva artêşa Sûrî û Hêzên Kurdî hebû.

Di roja 24ê Nîsanê de artêşa Sûrî derdora bajarokê Marêh û bajarê Ezazê topbaran kiribû, ku li wan devaran çend xal û navendên artêşa Tirk hene.

Di heman rojê de Hêzên Rizgarîya Efrînê (HRE) îdîa kiribû ku wan erebeyeke zirxîn ya artêşa Tirk rûxandine û 10 polîsên taybet yên Tirk kuştine.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR) ew çalakî piştrast kiribû û dabû zanîn ku 3 leşkerên Tirk hatin kuştin û hinek din jî birîndar bûne.

HRE da zanîn ku di wan 6 çalakîyên sekvanî û serdegirtinê de 14 çekdarên komên bi ser Tirkîyê ve hatine kuştin, 2 birîndar bûne û hin çek hatin bi dest ketine.

Her di çarçoveya qewimandinên leşkerî yên di meha Nîsanê de, malpera Afrin Post ragihandibû ku di 29ê Nîsanê de droneke Tirkî li gundê Şiwarxa ketiye xwarê, bê ku tu alî xistina wê bigire ser xwe.

Hêjayî gotinê ye ku Hêzên Rizgarîya Efrînê ji keç û lawên Efrînê pêk tên, û li gor agahîyan piştî destdanîna Tirkî li ser Efrînê û derbiderbûna gelê wê ji herêmê ev hêz hatiye damezrandin.

NR_05_04_2022_Bîlançoya_Nîsanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG