Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêşangeha Xwendekarên Derbider yên Efrînî û Bêrîkirina Warê Bav û Kalan


Afrin student art exhibition
Afrin student art exhibition

Xwendekarên Efrînî yên li penageha Şehba dixwînin, di salvegera derbiderbûna xwe ya ji Efrînê de, pêşangeheke karên destan li dar xistin.

Pêşangeh di bin çavdêrîya desteya perwerdeyê ya herêma Efrînê de bi rê ve çû, tê de xwendekaran bîrewarîyên xwe ji Çîyayê Kurmênc veguherîn berhemên hunerî.

Di derbara vê pêşangehê de mamoste Mihemed Nûr armanca wê wiha şîrove kir:

“Me xwest Efrînê di bal û bîra xwendekarên xwe de zindî bihêlin, da ku ji bîr nebe, xwendekaran jî bi zîrektî malên xwe li Efrînê, teşeya herêmê û cihên wê yên navdar bi karên destî çêkirin”.

Xwendekarên di pêşangehê de beşdar hûrgilîyên jîyana xwe ya berî derbiderbûnê vejandin, xanî, darên zeytûnê, şûnwar, kolan û her alav û nîşaneya di bîra wan de nexşandin, mîna Efrîneke biçûk bi karên xwe yên destî afirandin, herwiha hest û bîranînên xwe bi hunerî nîşandan.

Her di vê çarçovayê de û li kêleka pêşangehê pêşbirkeke zanyarîyan pêk hat, xwendekarên tê de beşdar bi coş hevrikîya hevdu kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku pirtir ji 16 hezar şagirt û xwendekarên Efrînî piştî derbiderbûna ji cîhwarê xwe li penageha Şehba di nava şert û mercên zehmet de xwendina xwe didomînin.

NR_03_17_2022_Pêşangeh_Xwendekar_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:35 0:00

XS
SM
MD
LG