Çalakvanên Sûrî da zanîn ku li bakurê bajarê Efrîn bombe teqîye, herî kêm 8 kes di bûyera teqînê de hatine kuştin.
Efrîn niha di dest hêzên Tirkî û çekdarên opozisyona Sûrî de ye, opozisyona ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştevanê kirin.
Teqîna nû ya herî dawî bû ku herêm ev demeke rastî zincîreke teqînan bi vî awayî tê ku li dij hêzên Tirkî û hevpeymanên wê yên Sûrî pêk tên.
Sala par herêma Efrîn ji dest şervanên Kurd hatbû deranîn. Nihe Tirkiye û aligirên wê yên opozisyona Sûrî kontrola herêma sinorî dikin ya li gel Tirkiyê hev sinore û li dij şervanên Kurd û çekdarên grûba dewleta Îslamê DAIŞê şer dikin.
Tirkiye dixwaze êrîşan li dij şervanên Kurdên Sûrî berfireh bike, Kurdên ku ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin.