Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guhertina Demografî li Efrînê bi Avakrina Wargehan Dewam Dike


Daxuyaniya Rûniştvanên Efrînê li Dij Guherandina Demografiya Efrînê
Daxuyaniya Rûniştvanên Efrînê li Dij Guherandina Demografiya Efrînê

Tevgera avakirina xaniyan li Efrînê jibo bicihkirina malbatên komên çekdar yên Ereb û Tirkmen dewam dike.

Herî dawî hate ragihandin ku komeleyek îslamî ku fînansa wê ji welatên kendavê tê kirin dest bi avakirina xanîyan li gundê Şadêrê yê Êzdî li nahîya Şêrewa kiriye, herwiha mizgeftekê jî li wî gundî ava dikin.

Komeleya Îslamî alîkariya guherîna demografiya Efrînê dike
Komeleya Îslamî alîkariya guherîna demografiya Efrînê dike

Her di vê mijarê de raportek taybet ji Çavdêriya Sûrî ya Mafê Miovan (SOHR) eşkere kir ku, 300 hezar kes ji gelê Efrînê di encama êrîş û destdanîna Tirkiyê ser herêmê hatin koçber kirin.

Raportê daye zanîn ku Ereb û Tirkmen li şûna Kurdan û li malên wan tên bicih kirin, herwiha bi kêmanî 7 komgehên niştecîkirinê yên nû tên avakirin daku hawirdeyan tê de bicih bikin.

Raporta çavdêrîya Sûrî dîyar kir ku ev kirin binpêkirin ji qanûnên navdewêteî re ye, û dighe asta paqijkirina nijadî ji Kurdan re.

Dor niştecîkirina hawirdeyan û guheretina demografî li Efrînê Yekîtîya Êzdîyên Efrînê daxuyanî da û ev kiyar şermezar kir.

Raporta Efrînê 16 05 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:40 0:00

XS
SM
MD
LG