Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zarokên Efrînî Dibin Qurbanîyên Şer û Derbiderbûnê


Zarokên Efrînî li Kampên Şehba
Zarokên Efrînî li Kampên Şehba

Di rewşên şer û nakokîyan de, zarok beşê civakê yê herî lawaz e ku bandorên neyînî lê çêdibin û dibe qurbanîya alozîyan eger neyê parastin.

Di vê derbarê de zasîyên hiqûqî dîyar dikin ku ji dema êrîşa Tirkîyê ser herêma Efrînê de û derbiderbûna gelê wê, gelek zarok bûne qurbanî, çi jiber topbaran û çek û mayînan yan jiber zêdegavî û binpêkirinên komên çekdar.

Endama rêxistina mafê mirovan ya Efrînê Cîhan Elî dîyar kir ku gef û êrîşên ser zarokên Efrînê berdewam dikin û ev agahî parve kirin.

"Jiber êrîşa Tirkîyê û çekdarên pêre ser Efrînê herwiha rewşa derbiderbûnê zarok bûne qurbanî, 95 zarok hatin kuştin çi ji ber topbaranê yan peqîna bermahîyên şer li penageha Şehba, herwiha 330 zarok jî birîndar bûne."

Elî bal kişand ser rewşa zarokan li hindur Efrînê jî û got "Bi dehan zarokên Efrînî di zindanên komên çekdar de girtî ne, pir ji wan şîrmij in tev dayîkên xwe desteserkirî ne, herwiha rastî destdirêjî û fişarên cuda tên."

Herwiha Elî dîyar kir ku "Li kêleka êrîş û tundîya bedenî ku rasterast li zarokan tê kirin û di encamê de ev zarok dibin qurbanî, tundî û guvaşên derûnî jî li wan çêdibin, çimkî dema zarok ji cihwarê xwe dûr dikeve û li derbiderbûnê mezin dibe, ev yek bandoreke dem dirêj li şûn xwe çêdike."

Di vê çarçovayê de Heyva Sor ya Kurd çalakîyên piştevanîya derûnî jibo zarokên derbider li Şehba li dar xistine, lê wan nekarîbûye tê de berdewam bikin.

Girêdayî mijarê Heyder Reşîd endamê Heyva Sor got "Me komîteyeke piştevanîya derûnî çêkirbû, gelek çalakî jibo zarokan û dayîkên wan pêşkêş kirin, weke lîsk, şano, hişyarkirina ji mayînan û korsên tendirustî, lê jiber dorpêça deverê herwiha kêmbûna derfetan çalakî rawestîyan."

Hêjayî gotinê ye ku Neteweyên Yekbûyî ji sala 1982an de roja 4ê Hezîranê weke Roja Cîhanî ya Zarokên Qurbanîyên Şer dest nîşan kiriye, jibo balkişandina li tundîya dijî zarokan herwiha girîngîya parastina wan.

Lê tevî hemû qanûn û hevpeymanên navdewlatî jibo parastina zarokan lê zarokên Efrînê hîn jî dibin qurbanî û zerarê dibînin.

Raporta Efrînê 05 06 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG