Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wek Xwezayê Efrînê, Şûnwarên Wê jî Rastî Zararên Mezin Hatine


Şûnwar û cîhên dîrokî li Efrînê piştî du salan ji destdanîna Tirkîyê û komên çekdar ser herêmê rastî zararên mezin hatine.

Kargerîya Şûnwaran ya Rêvebirîya Xweser bi daxuyanîyekê bal kişande ser rûxandin û zêdegavîyên ku li cîhên dîrokî yên Efrînî çêdibin.

Arkeolojîst Selah Sîno dibêje ku 28 şûnwarên dîrokî hatine rûxandin û 15 cîhên olî yên bawerîyên cuda jî hatine rûxandin.

Sîno ragihand ku tevî zehmetîyên heyê, ew bi zêdegavî û kiryarên li van cîhan çêdibin belge dikin.

“Tevî cîhên dîrokî pirtir ji 75 girên şûnwarî jî li Efrînê hene û em texmîn dikin ku li wan gîşkan kolandin û dizîn çêbûne. Mixabin hin cîh û şûnwar hene ku em nikanin zarara wan piştrast bikin, çimkî artêşa Tirk ew der veguherandine xalên leşkerî û rê nade kes bigiheje wir”.

Sîno herwiha dîyar kir ku zêdegavî li cîhên şûnwarî bi rê û rengên cuda tên kirin: rûxandin û ramalîn, kolandina bi buldozeran, lêkirina avahîyan li cîhên kevnar û guhertina rûyê wan.

Sîno îdia dike ku kiryarên wiha bi erêkirina Tirkîyê çêdibin jiber ku Enqere dixwaze guhertina demografîk pêk bîne û nasnameya Kurdî ya herêmê tune bike.

Ew bang li civaka navnetewî dike ku şûnwarên Efrînê biparêze jiber ku ew çand û dîroka tevahîya mirovahîyê ne.

“Têkbirina van şûnwaran tawaneke şer e û divê bi lez were rawestandin. Em ji sazîyên navdewletî û bi taybetî ji UNESCO dixwazin ku destwerdanê bikin û talana ser şûnwarên Efrînê radiwestînin.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku herêma Efrînê bi şûnwar û cîhên xwe yên dîrokî û kevnar yên wek Şikefta Duderîyê, Nebî Horî, Kela Semaan, Girê Eyndarê, Mar Maron, Parsa Xatûn û bi dehan cîhên din navdar e, ku vedigerên serdem û qonaxên cuda ji Neandertal, Horî û Mîtanîyan, Hîtî û Aramîyan ta Girîk û Romanîyan.

NR_03_19_2020_Şûnwar_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG