Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êzîdîyên Efrînê Qirkirina Şengalê bi Bîr Anî


Yezidis in Afrin
Yezidis in Afrin

Yekîtîya Êzîdîyên Efrînê jibo bîranîna salvegera şeşê ya qirkirina Şengalê, çalakîyeke taybet li Şehba li dar xist.

Çalakî bi tevlêbûna dehan Êzîdîyên Efrînê ku li Şehba derbider in pêk hat, tê de pêşangeha wêneyên qirkirina Şengalê hate vekirin.

Herwiha sînevîzyonek dor komkujî û tawanên hatine serê Êzîdîyan jî hate pêşkêş kirin.

Di ve derbarê de hin welatîyên Êzîdî yên ji Efrînê nêrîn û helwesta xwe par vekirin.

Wan qirkirina Êzîdîyan bi fermaneke nû bi nav kirin, ku li pêş çavên cîhanê pêk hat.

Efrînîyên Êzîdî herwiha da zanîn ku komên tundrê yên bi ser Tirkîyê ve li Efrînê heman kiryarên DAIŞ’ê li Şengalê kiribûn, dubare dikin.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku di 3'ê Tebaxa 2014’an de, DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirbû, li wê devera ku weke wargeha dîrokî ya Kurdên Êzîdî tê pejrandin gelek tawan kirbûn, ku xwestibû wan qir bike.

Herwiha li herêma Efrînê jî Kurdên Êzîdî neçar bûne ku koçber bin û hemî 22 gundên wan vala bûne, mezargehên wan yên olî hatine dizîn û talan kirin.

Di vê derbarê de Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navdewletî (USCIRF), Tirkîye bi encamdane paqijkirina nîjadî dijî Êzdîyan sûcdar kiribû.

NR_08_04_2020_Êzîdî_Efrîn_Şengal
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:16 0:00

XS
SM
MD
LG