Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Çekdar yên bi Ser Tirkîyê li Efrînê Kiryarên Tund Didomînin


Artêşa Tirk di êrîşa li dijî Efrînê de, ku di 20'ê Rêbendana 2018'an de destpê kiribû, bi deh hezaran endamên komên çekdar yên Sûrî bi kar anîbûn.

Li gor raporteke berê ya Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, pirtir ji 50 komên çekdar li Efrînê hene, ku ew mafê mirovan binpê dikin û li jêr fermana artêşa Tirk de kar dikin.

Mihemed Billo
Mihemed Billo

Rojnamevan Mihemed Bilo dibêje ku Tirkîyê herêma Efrînê dabeş kiriye, her çend gund radestî komeke çekdar kiriye

"Her komekê zindaneke wê heye, dadgehek wê heye, her tiştê wê serbixwe ye û li gor xwe van gundan hikûm dike”.

Bilo dîyar kir ku ev komên çekdar ku Tirkîyê di bin navê "El-Ceyş El-Wetenî" de top kirine, ji paşxaneyeke îslamî ya tundrê ne û pir endamên wan ji rêxistina DAIŞ û El-Qaîdê ne û komên Tirkmen jî hene.

“Tirkîyê girîngîteke zêde dide hin komên wek Sultan Murad, El-Hemzat, Melek Şah û Silêman Şah. Ew kom mûçeyên herî bilind distînin û desthilata wan li Efrînê ya herî xurt e jiber ku ew Tirkmen in”.

Egîd Roj
Egîd Roj

Rojnamevan Egîd Roj jî dibêje ku pir caran şer û pevçûn di navbera komên çekdar de li Efrînê derdikevin, ku sedema wê yekî jî nakokîya li ser dizîn û talankirina mal û milkê gelê Efrînê ye.

Roj îdia dike ku bêserûberîya komên çekdar li Efrînê planeke sîstemkirî ye ji alîyê Tirkîyê ye.

“Tirkîyê dixwaze xwe ji binpêkirin û sûcên li herêmê diqewimin bişo, loma van koman bikar tîne, tiştên ku Tirkîyê dixwaze bike bi destê van koman pêk tîne, weke guhertina demografîk, dizîn û talankirin, girtin û revandina sivîlan”.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku sala par Amerîka yek ji van komên çekdar ya bi navê Ehrar El-Şerqîyê xistibû lîsteya cezayan

Lê çalakvanên Kurd dixwazin lêpirsîn dor komên din jî were kirin, ku gelek sazîyên mafê mirovan û raportên hiqûqî komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve bi encamdana sûcên şer û yên li dijî mirovahîyê tawanbar kiribûn.

NR_01_19_2022_Komên_Çekdar_Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:58 0:00

XS
SM
MD
LG