Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîga Futbolê ya Efrînê bi Şampîyonîya Tîma Rojhat bi Dawî Bû


îga futbolê li kampên derbiderên Efrînî ya bi beşdarîya 12 tîman, li penageha Şehba bi dawî bû.

Di maça dawî de tîma Kampa Berxwedan û tîma Rojhat ya Asayîşê hatin hember hev. Lîstin bi coş û kelecana girseya hazir germ bû û bi piştgirîya wan re pêşbazîya lîstikvanan zêde bû.

Di deqeya 36an de lîstikvanê tîma Rojhat Mustefa Sîdo kanîbû golekê bîne û dincama dawî ya maçê de tîma Rojhat 1 – 0 bi ser ket û bû şampîyona lîga sala 2021an. e

Fêrker û lîstekvanên tîmê jiber serketinê kêfxweşîya xwe anîn ziman ku kanîbûn asteke baş pêşkêş bikin.

Ji alîyê xwe ve hevserokê Yekîtîya Sporê ya herêma Efrînê, Nezîr Kormisto jî şabûna xwe dîyar kir ku tevî hemû astengîyan lîg bi serfirazî dawî bû.

“Spor li penageha Şehba pêş ketiye, bi taybet listikên komî, Em hewil didin ku di lîstikên tekane de jî gavan bavêjin.”

Her di dawîya maçê de tîma serkeftî Rojhat li ber sloganên alîgirê wê de hate xelat kirin, ku çalakîyên wiha ji derbiderên Efrînî re dibin delîve ku êş û xemên xwe siviktir bikin.

NR_11_16_2021_Lîga_Futbolê_Efrînê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG