Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Korona Rewşa Girtiyên Efrînê Metirsîdartir Kiriye


Bi belavbûna vîrusa korona li tavahîya cîhanê û zêdebûna tûşbûna bi vê nexweşîyê li Tirkîyê, metirsîya li ser jîyana girtîyên Kurd yên ji Efrînê di zîndanên jêr kontrola hêzên Tirkî û komên çekdar zêde bûye.

Di vê derbarê de her sê rêxistinên mafê mirovan li Efrîn, Kobanî û Cizîrê daxuyanîyeke hevbeş derxistin, tê de bal li ser rewşa girtîyên ji Efrînê ku di zîndanên Tirkîyê û komên çekdar de ne tê kişandin, ku çarenivîsa 3400 kesan ne dîyar e.


Daxuyanîyê bang li sazîyên navneteweyî û yên mafên mirovan kir ku fişarê li Tirkîyê bikin da ku saxlemî û selameta girtîyan misoger bike û xizmetkarîyên tendirustî pêşkêş bike piştî belavbûna vîrusa korona, herwiha çarenivîsa kesên winda û revandî li herêmên bin kontrola hêzên wê de eşkre bike û wan serbest berde.

Herwiha hersê rêxistinan bal kişandin ser banga sekreterê Neteweyên Yekbûyî Antonyo Goterêş ya jibo rawestandina şer û hevkarîya rûbirûbûna vîrusa korona û dest nîşan kirin ku artêşa Tirk û komên çekdar di êrîşên xwe de berdewam in û ti rêzgirtinê nadin vê bangê.

Her di mijara girtin û revandinê de Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrîyê raportek weşand, tê de eşkere kir ku di meha Adarê de, 5 ji wan jin, 48 kes li Efrînê hatine girtin yan revandin.

“Di nava 5 jinên girtî de, 4 jinên Êzîdî ji gundên Kîmar û Birc Ebdalo hene. Ji wan girtîyan 20 kes piştî dayîna pereyan weke fidye hatine berdan, lê çarenivîsa 28 kes hîn ne dîyar e.”

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku sazî û rêxistinên navdewletî bûyerên girtin û revandinê herwiha kiryarên din ku hêzên Tirk û komên çekdar li Efrînê dikin belge kirine.

Komîteya Neteweyên Yekbûyî ya Mafê Mirovan, Human Rights Watch (HRW), Amnesty International (AI), Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafê Mirovan (SOHR), ew kiryar wek sûcên şer û yên dijî mirovahîyê bi nav kiribûn.

NR_04_03_2020_Korona_Zindan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:21 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG