Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Zarokên Sûrî Leşker Dike û Dişîne Lîbyayê


Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê bi daxuyanîyekê ragihand ku artêşa Tirk şandina çekdarên Sûrî jibo Lîbyayê didomîne, ku di dema dawî de zarokan jî dixe nav hêzên leşkerî û dişîne Lîbyayê.

Rêxistinê eşkere kir ku hejmara çekdarên hatine şandin ji 8000 çekdar pirtir e, ku 265 ji wan hatin kuştin, herwiha zêdetirî 3100 çekdar li kampên Tirkîyê tên perwerde kirin jibo wan bişînin Lîbyayê.

“Her çekdarek jibo çûyîna Lîbyayê mehane 2000 dolaran distîne, û soza bicîkirina malbatên wan tê dayîn daku herin Lîbya û li wir şer bikin”.

Daxuyanî bal dikşîne ku laşên wan çekdarên kuştî li cîhên dûrî malbatên wan tên veşartin û Tirkîye dibêje ew li rojhilata Sûrîyê hatine kuştin.

Di vê derbarê de daxuyanî dîyar dike ku serkirdeyên komên çekdar zextê li endamên xwe dikin:

“Yên qebûl nekin herin tevlî şerê Lîbyayê bibin gef lê tên xwarin, ku binpêkirin û tawanên li herêmên Sûrîyê yên dagirkirî bi taybet li Efrînê pêkanîne eşkere bikin û têxin stûyê wan, loma çekdar ji komên xwe vediqetin”.

Herwiha daxuyanî eşkere dike ku komên çekdar zarokan leşker dikin, dîrok û cîhê jidayîkbûna wan diguhêrin ku nasnameyên sextet jê re çêdikin û dişînin şerê Lîbyayê.

“Çekdaran zarokekî 15 salî li Efrînê revandine û xistine nav hêzên leşkerî, ku piştî 20 rojan ji revandinê, wî zarokî ji malbata xwe re tekez kiriye ku ew niha li Lîbyayê ye. Loma ev livbazî gefê dixe li ser hemû ciwan û zarokên temenê wan jêr 18 salîyê ne li herêma Efrînê û deverên Sûrîyê yên dagirkirî”.

Herwiha di daxuyanîyê de tê dîyar kirin ku li gor Peymana Cenevrê ya sala 1949'an (Geneva Conventions of 1949) leşkerkirina zarokan ji binpêkirinên herî mezin e û tewana şer e.

Di dawîyê de bang li rêxisitên mafê mirovan û herwiha li UNICEF tê kirin ku zextê bidin ser Tirkîyê jibo rawestandina leşkerkirina zarokên temenê wan jêr 18 salîyê ne û wan vegerînin cem malbatên xwe.

NR_05_12_2020_Leşkerkirina_Zarokan
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG