Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rexistinên Mafê Mirovan Ser Rewşa Efrînê Hişyarî Didin


Jinên Efrînî yê revandî
Jinên Efrînî yê revandî

Deh rêxistinên mafê mirovan yên Sûrî û Kurdî daxuyanîyeke hevbeş belav kirin û bal kişandin ser rewşa xirab ya mafê mirovan li Efrînê.

Di daxuyanîyê de bi bangewazîyeke lezgîn hate xwestin ku çarenivîsa jinên Efrînê yên ji alîyê komên çekdar ve hatine girtin û revandin, were nas kirin.

Îbrahîm Şêxo
Îbrahîm Şêxo

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo ji Dengê Amerîka got ku wan xwest dengê xwe bilind bikin ku bangewazîya wan jinên girtî bigîhînin bîragiştî.

“Ji dema dagirkirina Efrînê vir ve pirtir ji 1000 jin hatine girtin, çarenivîsa 400 ji wan ne dîyar e, hin li Tirkîyê girtî ne û hinên din jî di zîndanên komên çekdar de ne”.

Şêxo bal kişand ser her 11 jinên Kurd yên Efrînê ku berî çend mehan di zîndana koma çekdar ya bi navê (Fîrqet Elhemzat) de hatibûn dîtin.

“Ew jin hîn li zîndana Maratê girtî ne, ev du sal û niv in bê sûc û guneh û bê ku werin darizanin girtî ne, rewşa wan pir xirab e”.

Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan dest nîşan kir ku, komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve, zêdegavî û kiryarên dijî gelê Efrînê yên resen didomînin.

Wî bal kişand ser revandina sivîlên Kurd di meha Cotmehê de ku ji alîyê wan ve hatine belge kirin: “Di vê mehê de jê 2 jin in103 kes hatine revandin û girtin, di 25 Cotmehê de li gundên Kefirsefrê, Xalta û Kora 40 kes hatin girtin”.

Derbara îdîayên Îtîlafa Sûrî ku sîwanê sîyasî ya komên çekdar e, gotibû ku ewê mafê gel ji wî re vegerîne û binpêkira mafên mirovan rawestîne.

Şêxo ew daxuyanî wek lîstokekê bi nav kir. “Dizîn û desteserkirin ranewestîye. Dixwazin bîragiştî bixapînin û rûyê xwe spî bikin, lê binpêkirin berdewam in, ne tenê dijî gel, lê dijî dar û şûnwaran jî”.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Komîteya Lêkolînê ya Taybet bi Sûrîyê di raporta xwe de komên çekdar bi tawanên şer li Efrînê sûcdar kiribû.

Raporta komîteyê, ku bi ser Neteweyên Yekbûyî ve ye, berpirsîya binpêkirina mafê mirovan xistibû stûyê Tirkîyê jî.

NR_10_29_2020_Efrîn_Mafê_Mirovan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00

XS
SM
MD
LG