Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Qamişlo 5 Rêxistinan Binpêkirinên li Efrînê Niraxandin


Rûniştvanên Bajarê Efrîn, KOçber Dibin
Rûniştvanên Bajarê Efrîn, KOçber Dibin

Li Qamişloyê ,Roja Şemîyê Foruma Duyemîn a derbarê binpêkirnên mafên mirov li Efrînê, li bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Di Forumê de 5 rêxistinên yasayî û mafê mirovan beşdar bûn. Van rêxistinan amar û binpêkirinên grûpên çekdar û Tirkiyê gotûbêj kirin.

Ew dixwazin ew binpêkirin li ser asta navdewletî bêne naskirin û zext li Tirkiyê bên kirin.

Evîn Coumaa, hevseroka komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê.
Evîn Coumaa, hevseroka komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê.

Endama komîteya amadekar û hevseroka komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Couma ji Deng Amerîka re ragihand ku armanca wan ji vê Forum ê ewe da ku amadekirina mekanîzmayên zagonî di derbarê sûc û binpêkirinên dewleta Tirk û çekdarên girêdayî wê yên li dijî herêm û rûniştvanên Efrînê encam dane belge bikin wan binpêkirinan bigehînin qada navdewletî.

Di forumê de 60 parêzer û mafnas beşdar bibûn herwiha bi dehan kesaayetên navdewletî Ewrupî û Ereb bi riya ZOOM beşdar bibûn.

Ibrahîm Şêxo Berdevkê komeleya Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê.
Ibrahîm Şêxo Berdevkê komeleya Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê.

Ji hêla xwe ve Berdevkê komeleya Mafên Mirovan ya Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo jî, ji Dengê Amerîka re diyar kir ku ew bi hêvîne encamên piraktîkî ji vê forum ê bidestxin, nexasim ku parêzerên ji dadgehên navdewletî jî beşdarî forum ê bûne.

Di formê de bi dehan derbiderên bajarê Efrîn ê û gundewarên wê di forumê de amadebûn ku piraniya wan jî parêzer û kesên ku binbêkirin di der mafên wanî kesayetî de pêkhatine dema ku artêşa Turkiyê derbazî wê herêmê bû.

Mihemed Xelîl, Parêzer ji derbidrên Efîn ê.
Mihemed Xelîl, Parêzer ji derbidrên Efîn ê.

Parêzer Mihemed Xelîl ku berî 2018 an hevserokê Rêxistina mafên mirovan li Efrînê bû, bûyerên bi serê wî de hatin e ji Dengê Amerîka re vegot û armanca beşdarbûna xwe di vê forumê de anî ziman.

Di 20 ê çile ya 2018 an artêşa Turkiyê û çekdarên bi ser wê ve êrîşî herêma Efrînê kirin di bin navê Şaxê Zeytûn û di 18 ê Adar a heman salê herêm bi temametî xiste di destê xwe de.

Li gorî rapora ku li dawiya sala 2020 an, ku ji hêla komeleya Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê hatibû belavkirinku tê de binpêkirinên artêşa Turk û çekdarên bi ser wê ve ji sala 2018 an û heyanî dawiya 2020an weha tomar kirine:

- 300 hezar Efrînî hatine derbidrkirin.

- 604 sivîl hatine kuştin.

- 7343 sivîl hatine revandin.

- 138 jin rastî destdirêjîyê bûne û hin ji wan hatine kuştin.

- 400 hezar ji deverên din yê Sûrî hatin bi çih kirin li herêma Efrîn ê bi giştî.

- 314400 dar hatine birrîn.

Hêjayî gotinê ku komxebata yekemîn ya navdewletî di derbarê baqijkirina nijadî û guhertina demogirafîk ku li Efrîn ê dibe di 2ê Berfanbar a 2018 an de darket û dest bikar kir.

Raporta Qamîşlî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:21 0:00

XS
SM
MD
LG