Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dîrokzan Şikakî: Tirkîyê bi Avakirina Mizgeftan li Efrînê Dixwaze Nasnameya Wê Biguherîne


Mizgefta ku li şûna peykerê Kawa tê çêkirin
Mizgefta ku li şûna peykerê Kawa tê çêkirin

Desteya Hawarçûnê ya Mirovî ya Tirk dest bi avakirina mizgefteke nû li Çerxerêya Kawa li bajarê Efrînê kiriye.

Dema artêşa Tirk û çekdaran dest danîbûn ser Efrînê, peykerê Kawayê Hesinkar li wî cîhî rûxandibûn.

Abdulla Şikakî
Abdulla Şikakî

Nivîskar û dîrokzan Abdulla Şikakî ji Dengê Amerîka re got ku Tirkîye dixwaze hejmara mizgeftan li Efrînê û gundên wê zêde bike.

“Tirkîye dixwaze xwe ji Misilmanan re nîşan bide ku cîhên îbadetê diparêze. Bi van projeyan dixwaze Efrînê tev li xwe bike. Jixwe niha hemû sazîyên leşkerî û medenî girêdayî wîlayeta Hatayê ne.”

Şikakî bal dikşîne ku avakirina mizgeftan li gundên Êzîdî jî tê kirin, herwiha dibistanên olî tên vekirin û hizra Biratîya Misilmanan (Îxwan Mislîmîn) li wan deran tê dayîn.

Şikakî bawer dike ku ev kiryar jibo guhertina nasnameya herêmê, bi zanebûn û awayekî sîstametîk tên kirin.

Wî herwiha got ku dizî û talan li cîh û deverên dîrokî yên taybetmendîya wan ya Kurdî heye tê kirin.

Kelha Nebî Horî
Kelha Nebî Horî

“Tirkîye dixwaze dîroka Efrînê bidize û talan bike. Bi taybetî li cîhên dîrokî yên navdar weke, Perestgeha Eyndara, Girê Cindirêsê û şopên Keleha Horî ku ji serdema Mîtanî, Yunan û Roman de maye, ew der gî talan kirine”.

Wek mînak, Keleha Nebî Horî şûnwarekî dîrokî ye û 3 hezar salan berî zayînê hatiye ava kirin û herwiha şûnwarên wek kelah, şanogeh û perestgeh jî li herêmê hene.

Şikakî îdia dike ku hewildanên Tirkîyê ji mêjve hene ku Nebî Horî weke cîhekî Osmanî bide nîşandan.

“Di salên 1930’an de Tirkîyê peyakî xwe bi navê Şêx Efendî, ku Neqşîbendî bû, şand herêmê. Wî hewil dabû ku Çîyayê Kurmênc têxê nav rêxistina xwe. Loma guhertinên li Nebî Horî çêdibin ku ew der jibo karên olî bi kar bîne”.

Dîsa, rêxistineke Filîstînî ya bi navê Destên Sipî (Ayadi Beydaa) dest danîye ser zevîyekî welatîyekî Efrînî ya li gundê Tiltewîlê û li ser wî zevî mizgeftekê ava dike.

Çalakvanên Kurd ji herêmê van kiryaran weke tiştekî nû nabînin. Tirkîye û komên çekdar ji roja destdanîna ser Efrînê heta niha, mal û milkên gelê herêmê yê resen desteser dikin û hewil didin nasnameya herêmê ya Kurdî biguherînin.

NR_07_20_2020_Şikakî_mizgeft
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:31 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG