Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşenbîrên Efrînî bi Qêrîna Zeytûnê Bangewazîya Alîyên Sîyasî yên Kurdî Dikin


Qêrîna Zeytûnê, Bangewazîya Rewşenbîrên Efrînê jibo Alîyên Sîyasî yên Kurdî

Di bangewazîyeke de bi navê Qêrîna Zeytûnê, 94 kesitîyên ji herêmê Efrînê nameyek ji alîyên sîyasî yên Kurdî li Sûrîyê re şandin.

Qerîna Zeytûnan
Qerîna Zeytûnan

Di bangewazîya ku çapek jê giheşte Dengê Amerîka jî tê gotin: “Dagîrkirina Efrînê derbasî sala sisêyan bû, bê ku tu asoyên bidawîhatina bobelata hatiye serê deverê, dema vegera şêniyên wê yên resen bo malên xwe, xuya bike”.

Herwiha di bangewazîyê de tê dest nîşan kirin ku: “Tiştê li Efrînê diqewime cînosaydeke çandî ye, bi berdewamî kar li ser guhertina nasnameya herêmê ya çandî û civakî tê kirin”.

Bangewazî piştrast dike ku Efrîn dozeke piralî ye, lê yê herî li pêş, alîyê wê yê netewî ye, lewma barekî dîrokî bi awayekî yekser dikeve ser milên Kurdan û bi taybetî dikeve ser milê partîyan.

Kesitîyên li ser bangewazîyê îmza kirine wiha daxwaza xwe radighînin:

“Ji hêz û şexsîyetên Kurd yên xwedî bandor, tê xwestin ku li hev bikin û mala Kurdî bidin hev da ku bersivê li hemberî kampîneya jenosîdkirina giştî û sîstematîk ya li dijî Efrînê tê kirin, bidin û birîna wê ya ku ji bêtirî du salan de xwîn jê diherike derman bikin”.

“Doza Efrînê çarenivîsa Kurdan destnîşan dike. Doza Efrînê beşeke ji dosyeya Kurdî di nav pêngava çareserkirina krîza Sûrî de, loma em bi hêzdarî dengên xwe tev li însîyatîfa Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dikin, ku bi armanca yekrêzîya navbera hêzên sîyasî didome.”

Herwiha daxwaz ji alîyên navdewletî tê kirin ku doza Efrînê û deverên din yên dagîrkirî, di asta herî jor de werin danîn.

”Nexşerê û bernameyeke kar a zelal were danîn da ku dagîrkerîya Tirkî ji wan deveran re bê dawî kirin û koçberên herêmên dagîrkirî, bi awayekî aram vegerin ser axa xwe”.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG