Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Naveroka Civînên Rûsan û Tirkan yên li Efrînê Çi Ye?


Danûstandin û civînên girêdayî Efrîn û herêmên bakurê Helebê di navbera alîyên Rûsî û Tirkî de didomin.

Herî dawî hin çalakvanan ragihand ku her du alî li Balafirgeha Minix ya li Herêma Şehba kom bûne, herwiha li hindurê Efrînê jî civîn li dar xistine.

Rojnamevan Elî Roj dibêje ku vekirina rêya bazirganî di navbera Kilis, Ezaz û Helebê de hatiye nîqaş kirin ku ew xwesteka Rûsan e.

“Herwiha di civînan de Tirkîyê xwestiye ku dagîrkerîya xwe ya li Efrînê wek hebûneke rewa ji alîyê Rûsya ve were erê kirin, tevî ku rejîm û Îran bi wê yekê ne razî ne.”

Roj bawer dike ku lihevkirina Rûsan û Tirkan dê astengîyan li hember Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) derxîne ku armanca rizgarkirina Efrînê ragihandibû.

“Piştî tunekirina DAIŞê li Baxozê, biryar bû ku HSDê berê xwe bide Efrînê. Gel jî xwe jibo vegerê amade dike, lê plangerîyên Rûsya û Tirkîyê li pêş vegerê xeterî datîne”.

Roj bal dikşîne ser bingeh û dîwarên ku artêşa Tirk li başûr û rojhilata Efrînê, anku li deverên sînordar bi Şehba û yên di bin kontrola rejîmê, ava dike.

“Avakirina dîwar û bingehan dê rewşê hîn aloztir bike. Tirkîye dixwaze rê li ber vegera Efrînê bigire û rewşeke wek Îskenderunê peyda bike”.

Hêjayî gotinê ye ku artêşa Tirk di çend rojên borî de gelek avahî û xanî li çend gundên Efrînê hilweşandibûn û dest bi lêkirina dîwarekî kiribû.

XS
SM
MD
LG