Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Derbiderên Efrînî jibo Parastina ji Korona Rûberkan Çêdikin


Kargeheke dirûtina cilûbergan li herêma Şehba jibo parastina derbiderên Efrînê ji vîrusa korona, di bin çavdêrîya Heyva Sorî ya Kurd de, karê xwe veguherandiye çêkirina maskan anku rûberkan.

Ev gav di vê demê de tê ku vîrusa korona li tevahîya cîhanê belav bûye û metirsîya wê li nava gelê Efrînê yê li Şehba jî zêde bûye.

Rêvebirê ofîsa ragihandinê Heyva Sor ya Kurd Roj Gulko dibêje ku wan gelek raport ji alî û rêxistinên mirovî yên cîhanî re şandin, lê mixabin ew bê bersîv man.

“Me di raportên xwe de rewşa aloz ya herêmê şîrove kir ku çawa me bi derfetên xwe yên teng dest bi vê projeya çêkirina maskan kir. Dora gund û kampên derbiderên Efrînê lê dijîn ne saxlem e, xizmetkarîyên tendirustî yên ku li herêmê tên pêşkêş kirin têra rûbirûbûna vîrusa korona nake loma me pêwîstî dît ku tedbîrên xweparastinê zêde bikin.

Roj Gulko
Roj Gulko

Golko dîyar kir ku çêkirina rûberkên parastinê yek ji van tedbîran e û ew wan maskana li gor pîvanên tendirustî çêdikin û bi cawê taybet ew didirûn û li labaratura Nexweşxaneya Avrînê paqoj dikin.

“Peydakirina rûberkan li dermanxaneyan bi zehmetî dihate kirin û p buhayê wan ne guncaw bû ku derbider bikirin. Rûberkên ku em çêdikin bêpere dê werin belav bikin, ku pêşî dê bidin karmend û endamên sazîyên kar dikin.”

Derbara rêveçûna kar li kargehê, Gulku got ku hemî yedekên xweparastinê li kargehê û di nava karkeran de hatine standin û rojane 5 hezar rûberk tê çêkirin. “Di qonaxa yekê de emê 50 hezar amade bikin û eger were xwestin, emê hejmarê zêde bikin”.

Hêjayî gotinê ye ku Rêvebirîya Xweser gurzek yedek û tedbîrên rûbirûbûna vîrusa korona yên wek paqijkirina dora kampan, avahî û sazîyên giştî, herwiha qedexeya çûnûhatinê û derketina derve jî ragihandibû.

Lê tevî van tedbîran bijîşk û kadroyên tendirustîyê dibêjn ku xeterî li ser derbiderên Efrînê hîn heye, nemaze ku sazîyên saxlemîyê û yên hawarçûnê yên cîhanî ev dever û derbider piştguh kirine.

NR_03_31_2020_Mask-Korona.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:08 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG