Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Dawî ya ji Hindurê Efrînê Çi Ye?


Ji dema destdanîna artêşa Tirk û komên tundrê yên pêre ser Efrînê, binpêkirin û zêdegavîyên dijî gelê herêmê yê resen bê navber didomin.

Welatîyê Efrînî H. R. ku ji ber sedemên ewlehîyê û metirsîya ser malbata wî nexwest navê xwe bi temamî eşkere bibe, serpêhatîyên xwe bi guhdar û xwendevanên me re parve dike.

H. R. bal dikşîne ser guhertina demografî û guhertinên nav civaka Efrînê.

“Tenê çaryek ji rûniştvanên Efrênê gelê xwecîhî ye û yên mayîn ji derve, ji cîhên wek Îdlib, Hema, Homs û Şamê hatine û destê xwe danîne ser mal û mulkê Efrînîyên koçberkirî.”

H. R. dîyar kir ku ewlehî û aramî li Çîyayê Kurmênc bi yekcarî nemaye, loma gelê resen ku li Efrînê maye jî di nava tirs û xeterîyê de dijîn û nikarin debara jîyana xwe bê hêsanî bikin.

“Gava em di nava zevîyên xwe de bin timî tirsa fîşekek ji alîyekî ve were me heye, herwiha bala me li malê ye, anku kesin werin talan bikin.”

Herwiha welatîyê Efrînî desteserkirina mesîma zeytûnan bi bîr anî û da zanîn ku komên çekdar dizînê bi rêyên cuda dikin.

“Çekdaran ji 350 tenekeyên zeytê 250 teneke zep kirin anku dest danîn ser. Di mesîma rezan de jî heman tişt çêbûbû. Çi karî bikî, ew dibin hevparê te û keda te didizin”.

H. R da zanîn ku komên çekdar bi agahdarîya leşkerên artêşa Tirk tevdigerin û kes lêpirsînê ji wan nake.

Wî got ku çekdar, sivîlên Kurd bi bahaneyên curbicir digrin û êşkence dikin.

“Ew ser her kesekî 2 hezar dolar distînin. Lawê nasekî me binçav kirin, di êşkenceyê de naylon li ser gewdê wî de hilandin, bavê wî makîne û mulkê xwe firot û ew derxist”.

Her di derbara rewşa Efrînê de, H. R. da zanîn ku di dema dawî de zêdegavî dîsa li dijî gelê herêmê zêde bûne jiber çekdar dixwazin wan bi zorê koçber bikin. "Ew dixwazin Erebên ji Îdlibê tên li şûna wan niştecî bikin, loma ji ber zêdebûna fişaran ser me, em neçar man ku ji Efrînê derkevin."

Hêjayî gotinê ye ku komîteya taybet ya Neteweyên Yekbûyî jibo Sûrîyê ragihandibû ku bêtir ji 50 koma çekdar li Efrînê hene, ev komên ku girêdayî Tirkîyê ne bi tawanên şer û yên dij mirovahîyê sûcdar in.

NR_09_02_2019_Afrin_Zêdegavî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:27 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG