Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêst û Helwest: Rewşa Dawî ya Efrînê Çi Ye?


Hêzên Tirk li Efrînê (Adar 18, 2018)
Hêzên Tirk li Efrînê (Adar 18, 2018)

Piştî ku Tirkîyê û komên çekdar tên bin kontrola wê dest danîn ser bajarê Efrînê û herêma Çîyayê Kurmênc bi giştî, bi deh hezaran Kurd ji cîhûwarên xwe hatine derxistin û gelek ji wan niha li kampên penaberîyê, di bin şertên dijwar de dijîn.

Di bernameya Hêst û Helwest de rojnamevan Mihemed Bilo û qanûnzan Husên Naso ser rewşa dawî ya Efrînê agahîyên girîng didin.

Bilo dibêje ku givaştinên ser rûniştvanên Efrînê zêde bûye û komên tundrê bi revandina Kurdan dixwazin pereyên mezin ji malbatan bistînin û gel neçar bikin ku warên xwe biterkînin.

Bilo bal dikşîne ku di vê dawîyê de komên tundrê hewil didin ku jinên herêmê wek koleyên cinsî bişînin.

Naso, ku endamê Desteya Yasayî ya Kurdî ye, bal kişand ku Tirkîye li Efrînê bi destê komên bin kontrola xwe kiryarên xirab dide meşandin, lê ew hewil didin ku Tirkîyê hesabê wan kiryarana bide.

“Me di pêş Dadgeha Tawanên Ceng, bi tawanên ku li Efrînê têne kirin dijî serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan doz vekir. Armanca me ev bû kiryarên dijî gelê Efrînê di arşîva dadgehê de werin arşîv kirin.”

Naso bi bîr dixe ku sucên dijî mirovahîyê bi derbazbûna demê pûç nabin, loma ew xebatên xwe didomînin ku kesên ku ew tawan kirine, li pêş dadgehê werin berpirs dîtin.

HH_08_25_2020_Efrîn_Bilo_Naso_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:32:41 0:00

XS
SM
MD
LG