Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Êrîşa Ser Efrînê bi Çalakîyên Curbicur Tê Protesto Kirin


Bi nêzîkbûna salvegera êrîşa Tirkîyê li ser herêma Efrînê, ku di 20 Rêbendana 2018’an de destpê kirbû, çend çalakîyên protestoyê hatin li dar xistin.

Di vê çarçovayê de girseyeke derbiderên Efrînê ku li penageha Şehba hatine koçber kirin, li pêş navenda hêzên Rûsî kom bûn û xwestin nameyeke nerazîbûnê radestî fermandarên hêza Rûsî bikin.

Di nameyê de helwesta Rûsya ji êrîşa ser Efrînê hate şermezar kirin.

Herwiha ji Rûsan hat xwestin ku ji bêdengîya xwe ya li hember kiryarên Tirkîyê û komên çekdar yên bi ser wê ve li Efrînê dikin derkeve, û rê li ber vegera gelê Efrînê ya warên xwe were vekirin.

Her di vê derbarê de Meclîsa Herêma Efrînê li ser navê gelê herêmê daxuyanîyek xwend ku û bal kişand ser rewşa Efrînê û binpêkirinên ku diqewimin.

Meclîsa Herêma Efrînê bêdengîya navneteweyî jî bi tundê rexne kir.

Di wê daxuyanîyê de hat gotin ku hikûmeta Sûrî bi erka xwe ya parastina serwerîya welêt ranabûye ku Rûsya di vê helwestê de dubend e, ku rê li ber êrîşa Tirkîyê vekir.

Daxuyanîyê xwest herêmên dagîrkirî û di serî de Efrîn jibo gelê wan werin vegerandin û encamên guhertina demografî ji holê rabin.

Dîsa girêdayî salvegera êrîşa Tirkîyê li ser Efrînê, sih û yek sazî û rêxitinên hiqûqî û yên sivîl bi daxuyanîyekê ji bîragiştî xwestin ku Tirkîyê ji herêma Efrînê vekişe û dawî li dagîrkerîya xwe bîne.

Daxuyanîya sazî û rêxistinên ku Sûrî û Kurdî ne îdîa kir ku Tirkîye û komên çekdar yên bi ser wê ve sûcên şer û yên dijî mirovahîyê li Efrînê pêk tînin, ku ev sê salin her cureya tawanan li dijî gelê Efrînê tên kirin, wekî: kuştin, revandin, êşkence, destavêtin, dizîn, talankirin, destdanîna ser mal û milkê xelkê, sepandina fidyê, koçberkirina bi darê zorê û rûxandina şûnwaran, ku çendîn raportên sazîyên hiqûqî û ya komîteya lêkolînê ya taybet bi Sûrîyê ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî ye bal kişandibû ser van kiryaran.

Herwiha daxuyanî dest nîşan kir, ku armanca Tirkîyê ji van kiryaran guhertina nasnameya Herêma Efrînê ya Kurdî ye û guhertina demografîya wê ye, ku bicîkirina Ereb û Turkmenan li şûna Kurdan berdewam dike, di dema ku bi sed hezaran gelê Efrînê li derbiderbûnê hatine koçber kirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 20 Rêbendana 2018’an de artêşa Tirk tev komên çekdar êrîş anîbû ser Herêma Efrînê, ku piştî 58 rojan ji şer wan dest danî ser heêmê, di encamê de 300 Kurdên Efrînî hatin koçber kirin û ji wê çaxê de rewşa Çîyayê Kurmênc serûbin bû.

NR_01_20_2021_Çalakîya_Salvegera_Dagirkerîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:42 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG