Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Destdanîna Tirkîyê ya Ser Efrînê bi Daxuyanîyên Cuda Hat Protesto Kirin


Residents of Afrin forced to flee their homes
Residents of Afrin forced to flee their homes

Partî û alîyên sîyasî yên Kurd li Sûrîyê, dor salvegera destdanîna Tirkîyê li Efrînê daxuyanîyên cuda dan bîragiştî.

Di daxuyanîyan de bal li ser rewşa mafê mirovan li Efrînê hate kişandin, herwiha binpêkirin û zêdegavîyên li herêma diqewimin ji alîyê Tirkîyê û komên çekdar yên bi ser wê ve hatin şermezar kirin.

Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilata Sûrîyê di daxuyanîya xwe de dîyar kir ku hebûna Tirkîyê li Efrînê kirîza Sûrîyê kûrtir dike, herwiha guhertina demografî ku li Efrînê çêdibe weke jinavbirina Kurdan li herêmê bi nav kir.

Daxuyanîyê bang li sazîyên hiqûqî, li Neteweyên Yekbûyî û li hêzên xwedî rol li Sûrîyê kir daku bendekî ji kiryarên Tirkîyê re li Efrînê deynin, herwiha tekez kir ku Rêvebirîya Xweser dê jibo rizgarkirina Efrînê bi hemû derfetên xwe kar bike.

Ji alîyê xwe ve Meclîsa Sûrîya Demokratîk bi daxuyanîyekê destdanîna Tirkîyê li Efrînê şermezar kir, ku rê li ber paqijkirina nijadî vekir piştî koçberkirina ji sedî 80 gelê herêmê yên Kurd.

Daxuyanîya MSD’ê xwest ku Neteweyên Yekbûyî heman helwesta Perlamentoya Ewropa bistîne, ku hebûna Tirkî li Sûrîya weke dagîrkerî dest nîşan bike ku divê bi dawî bibe.

Her di vê çarçovayê de Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê ENKS’ê bi daxuyanîyekê kiryarên komên çekdar li Efrînê şermezar kir.

ENKS’ê ji Koalisyona Sûrî ku ew bixwe beşek jê ye xwest ku pabendî rêkeftina di navber wan de hatiye îmez kirin bibe, jibo binpêkirin werin rawestandin û derbider vegerin warê xwe.

Partîya Yekîtî – Elwehdê jî daxuyanîyek belav kir û roja destdanîna Trikîyê ser Efrînê berî sê salan weke Roja Reş bi nav kir, ku ji wê çaxê de Efrîn veguherî qadeke vekirî ji tawan û binpêkirinên sîstemetîk ji mafê mirovan re.

Daxuyanîyê got ku armanca Tirkîyê guhertina nasnameya herêmê ya Kurdî ye, ku berî destdanîna Tirkîyê rêjeya Kurdan ji sedî 95 bû, lê îro Kurd tenê 25 ji sedî mane.

Her di daxuyanîya Elwihidê de pirsyarîya sûc û kiryarên li Efrînê rûdidin xisitn stûyê Tirkîyê, çekdarên bi ser ve û Koalisyona Sûrî, herwiha xwest ku fişar li Tirkîyê were kirin daku ji nav axa Sûrîyê vekişe.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku berî sê salan weke îro Artêşa Tirk û komên çekdar dest danîn ser herêma Efrînê, piştî cenga 58 rojan bi hêzên Kurdî re. Ji wê çaxê de gelek sazî û rêxistinên hiqûqî û yên mafê mirovan destnîşan kirin ku li Efrînê sûcên şer û sûcên dijî mirovahîyê rû didin.

NR_Daxuyanî_Salveger_Efrîn_03_18_2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00

XS
SM
MD
LG