Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Naveroka Civîna Şandeya Swêdî bi Koçberên Efrînê re Çi Bû?


Şanda Efrînî û nûnerên Swêdî

Şanderê wezareta derve ya Swêdê û nûnerê wê yê taybet jibo Sûrîyê Pier Ornyos, ligel şandeke koçberên Efrînê civî.

Civîn li navenda desteya têkilîyên derve ya rêvebirîya xweser pêk hat, tê de şanda koçberên Efrînê ji berpirsê Swêdî re tawan û zêdegavîyên li Efrînê rû didin şîrove kirin.

Dor naveroka civînê Endama şanda koçberên Efrînî Arîfe Bekir wiha got: “Êşa li Efrînê tê jîyan kirin me anî ziman, ku ev sê salin gelê me di bin zilm û zorê de ye, herwiha koçber li deverên cuda şerpeze bûne û malbat ji hev parçe bûne”.

Bekir dîyar kir ku ew helwesta Wezîra Derve ya Swêdî Ann Linde bilind dinirxînin, herwiha ev daxwaz ji berpirsê Swêdî kirine: “Me helwesteke pratîkî xwest, ku ji asta gontinê derkeve, herwiha li kêleka gelê Efrînê bisekinin daku Tirkîye ji axa wan derkeve”.

Derbarê bersîva berpirsê Swêdî de Bekir dîyar kir ku wî dilsozîya xwe bi Efrînîyan re derbiriye û wiha axafitnên wî parve kirin: “Wî got em êşa we dibînin û em hevalê we ne, hikûmeta Swêdî rewşa Efrînê dişopîne û tu caran emê piştguh nekin”.

Hêjayî gotinê ye ku şanda Swêdî hejmarek hevdîtin bi rayedarên Rêvebirîya Xweser, Hêzên Sûriye Demokratîk û alîyên sîyasî re li Bakurê Sûrî pêk anîn û piştevanîya welatê xwe jibo herêmê dest nîşan kiribû.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:34 0:00

XS
SM
MD
LG