Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Binpêkirinên Mafê Mirovan li Efrînê di Tîrmehê de jî Berdewam Kirin


Komên mafê mirovan û jêderên xwecîhî radigihnin ku kiryarên xirab yên komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve li herêma Efrînê di Tirmeha çûyî de jî berdewam kirin.

Bûyera ku herî zêde deng veda û rastî şermezarkirinê hat, kolandina gortistanekê li bajarê Efrînê bû.

Berpirs û çapemenîya Tirk di 14ê Tîrmehê de îdia kiribûn ku goristanek li bajarê Efrînê hatiye dîtin û hêzên Kurdî bi encamdana komkujîyekê tawanbar kirbûn.

Lê, hin sazîyên hiqûqî eşkere kirin ku ew goristan ya qurbanîyên topbarana artêşa Tirk bi ser Efrînê ve ye, ku serdestên Tirk bi buldozeran ew goristan ji nav birine û laşên tê de derxistine û nayê zanîn kûde veguhestine.

Dîsa, Tora Afrin Post bidi raportekê ragihand ku 30 kes ji alîyê komên çekdar ve hatine girtin û revandin ku di nav wan de jin û zarok jî hene û 11 kesên din ku di demên cuda de hatibûn girtin û piştî dayîna pereyan hatine berdan.

Afrin Post eşkere kir ku destdanîna ser mal û mulkê gelê Efrînê berdewam dike, ku çekdar xanî, dîkan, zevî û baxçeyan desteser dikin, berhemên çandinî yên werza havînê weke mêweyan talan dikin û bacê li ser cotkaran ferz dikin.

Her di meha borî de pêvajoya avakirina komgehan jibo bicîhkirina Ereb û Tirkmenan dewam kir.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan ya Efrînê heta niha 18 komgeh li Efrîn û nahîyên wê hatine ava kirin û fînansa wan ji alîyê Tirkîyê, Qatar û Kuweytê ve tê kirin.

Di warê leşkerî de û di encama pevçûnên di navbera hêzên Kurdî û artêşa Tirk de, 6 leşkerên artêşa Tirk û 25 çekdarên bi ser ve di Tîrmehê de hatine kuştin, herwiha nêzî 40 leşker û çekdar jî birîndar bûn. Li alîyê din şervanekî Kurd jî di pevçûnan de jîyana xwe ji dest da.

Herwiha bajarê Efrînê jî du caran rastî topbaranê ji alîyê artêşa Sûrî ve hatibû, li gor hatibû belav kirin di encamê de 2 kes hatibûn kuştin û 20 jî birîndar bûbûn.

Her di warê leşkerî de, topbarana artêşa Tirk bi ser penageha Şehba û navçeya Şêrewa de dom kir û jimareke kes birîndar bûn û zararên madî çêbûn.

Girêdayî rewşa derbiderên Efrînê, zor û zehmetîyên ew dikşînin zêde bûne, çimkî rejîma Sûrî dever dorpêç kiriye û rê nade pêdivîyên serekî derbaz bibin û UNICEF jî ava vexwarinê ku pêşkêşî derbideran dikir, kêm kiribû.

XS
SM
MD
LG