Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çekdarên Opozîsyona Sûrî bi Dehan Cihên Şûnwarî li Efrînê Talan Kirine


Çekdarên opozîsyona Sûrî ku bi artêşa Tirk re dest danîne ser Efrînê, gir û deverên dîrokî li Efrînê dikolin û şûnwarên herêmê talan dikin.

Serokê komîteya şûnwaran ya rêvebirîya kantona Efrînê, Hemîd Nasir ragihand ku di encama rûxandin û dizîna komên çekdar de zarareke mezin gihiştiye şûnwarên Efrînê.

“Li Efrînê 92 gir hene. Çekdaran bi kêmanî 10 girên dîrokî kolane û li defîne û tiştên nirxdar gerîne.”

Nasir derbarê şûnwarên keleh û perestgeha Nebî Horî de got ku çekdaran treks û buldozer derbazî hundir kelehê kirine û şûnwarên ser erdê rûxandine.

Wî dîyar kir ku çekdaran cîh û mezargehên olî û yên pîroz jî wêran û talan kirine û mezargehên Êzîdî, Alevî û yên Misilmanan ji nav birine.

Nasir da zanîn ku wan kiryarên çekdaran û zararên ku wan dane şûnwar û cîhên dîrokî li Efrînê bi dîmen û foto belge kirine.

“Em di serî de li UNISCO û hemî sazîyan dikin ku bo parastina dewlemendîya herêma Efrînê komîteyeke xwe bişînin herêmê.”

Hêjayî gotinê ye ku herêma Efrînê bi cîhwarên şûnwarî yek ji deverên herî dewlemend û navdar ya Sûrîyê ye.

Piştî destdanîna Tirkîyê ser Efrînê çarenivîsa wan şûnwaran ne dîyar e jiber ku hin der hatin bombebaran kirin û rûxandin û derên din bûne armanca dizî û talankirinê.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:06 0:00

XS
SM
MD
LG