Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

4 Efrînîyên ku ji Êrîşa Firokên Tirkîyê Filîtîbûn di Rûdaneke Trafîkê de Jîyana Xwe Hinda Kirin


Medîne Ebdo û Mihemed Reşîd Elî
Medîne Ebdo û Mihemed Reşîd Elî

Malbata Mihemed Reşîd Elî yê Efrînî kok nizanîbûn ku mirin ji Çîyayê Kurmênc heta Cizîrê li pey wan were.

Endamên malbatê di dema êrîşa artêşa Tirk ya ser Efrînê de bûbû armanca bombebarana firokên F16 û bi giranî birîndar bûbûn. Sê endamên malbatê lingên xwe hinda kiribûn û seqet mabûn.

Ji dema birîndarbûna wan de, malbata Mihemed Reşîd wek gelek gazîyên Efrînî li derman û çareserîyê digerîyan.

Mixabin mirinê ew di rê de, dema ew bi mebesta peydakirina lingên çêkirî diçûn Hesekê, girtin û Mihemed Reşîd, hevjîna wî Medîne Ebdo, lawê wan Şêrvan û pismamê malbatê Mihemed Bîlal jîyana xwe hinda kirin.

Nesîb Elî
Nesîb Elî

Sala borî, piştî bombebarana malbatê, Nesîb Elî, birayê Mihemed hûrgilîyên bûyerê bi guhdarên me re parve kiribûn.

Herwiha Dr. Nûrî Qenber, serokê berê yê Heyva Sor ya Kurd li Efrînê dîdevanîya bombebaranê kiribû, dor trajedîya malbatê ji me re axifî ku rastî xemsarîya rêxistinên hawarçûn û alîkarîyê dihatin.

Hêjayî balkişandinê ye ku qazayê trafkê û malwêranîya ku hate serê malbatê, di nav Efrînîyên seranser cîhanê de xemgînîyeke kûr vedaye û di medya civakî de bi sedan mesajên sersaxî hatine weşandin.

NR_06_20_2019_Mihemed_Reşîd
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:58 0:00

XS
SM
MD
LG