Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSD Lêpirsînê Derbarê Êrîşa Ser Nexweşxana Efrînê Dike


Fermandarê Giştî Yê HSDê Mazlum Ebdî
Fermandarê Giştî Yê HSDê Mazlum Ebdî

Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî ragihand ku nûçeyên ku dibêjin hêzên wan navenda bajarê Efrînê topbaran kirîye ne rast in û êriş şermezar kir.

Daxuyanîya fermandarê HSD li ser hisba wî yê twitterê hat weşandin piştî êrîşek bi mûşekan roja Şemîyê li navenda bajarê Efrînê pêkhat.

Li gorî agahîyan di encama wê êrişê de 18 kesan canê xwe ji dest dan û 42 kesên din jî birîndar bûn. Û berpirsên Tirkîyê hêzên HSDê ji eêrîê berpirs dibîne.

Yekser HSDê idayên Tirkîyê ret kirin, û got nûçeyên ku dibêjin hêzên wan nexweşxane armanc gitîye, ne rastin.

Mazlûm Kobanî di twîta ku weşandî de dibêje "Em ji ber canjidestana kesên bêguneh gelek xemgîn in. Em vê êrişî şermezar dikin. Armancgirtina nexweşxaneyan binpêkirina hiqûqa navnetweyî ye."

Li alîyê din, HSDê daxwaza lêpirsîna derbarê êrîşê kir, da ku bihê zanîn kanê bi rastî kê ew êrîş encam daye.

Berpirsê ragihandina HSD Ferhad Şamî bi daxuyanîk taybet ji bo Dengê Amarîka got ew hêzên wan bi gûman li vê êrîşê diner in , û doza lêpirsînê dikin Ferhad got "Ev êrîş cihê gûmana me ye, em doza lêpirsînê dikin"

Li alîyekî din, Derbarê êrîşa bi mûşekan li ser naveda bajarê Efrînê de, hevserokê Mecilsa Sûrîya Demoqratîk MSD baskê sîyasî yê HSDê, Rîyad Dîrar dibêje ku ew êrîş ji cihê gûmanê ye, û HSD li wê deverê tune, û mûşekên bi vê hêzê li gel HSDê tune ne.

"Hêzên Sûrîya Demokrat, berî niha ti êrîş ser nexweşxane û cihên sivîlane pêk neanîne, heta di şerê li ij Daişê de, HSD vê yekê tekez dike, û karîna wê ya êrîşekê bi mûşekên bi vî rengî tune ye."

Li gorî berpirsên HSD û MSD ku ev êrîş di demekê tê pêktê, ku pirr hesase, berîya civîna çaverêkirî ya di navbera serokê Amarîka Joe Biden û serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan e li bajarê Bruksel yê Belcîka.Tirkîye dixwaze bi êrîşên weha HSDê reş bike.

Raporta Qamîşlo - Zana Omer 13 06 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG