Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundî Û Gefên li Ser Êzîdîyan li Efrîn Û Serêkanîyê Berdewam Dikin


Hejmarek ji Êzidiyên Herêma Efrîn
Hejmarek ji Êzidiyên Herêma Efrîn

EFRÎN — Civaka Êzîdî li Efrînê ji sala 2018an de û li Serêkanîyê ji sala 2019an de, ji dema Tirkîyê her du herêm dagir kirine, rûbirûyî tundî û binpêkirinan, li ser destê komên çekdar yên bi ser Tirkîyê ve ne, maye.

Di Roja Cîhanî ya Bîranîna Qurbaniyên Tundîya olî de ku dikeve 22ê Tebaxê, Dengê Amerîka rewşa civaka Êzîdî li Efrîn û Serêkanîyê tîne rojevê.

Sûad Hiso endama Yekîytîya Jinên Êzîdî li Rojava, ku ketîye sala 6ê ew li penageha Şehba derbider e, da zanîn ku li Efrînê 23 gund û civata Êzîdî hene, serjimarîya wan ji 35 hezar kes pirtir bû, lê niha tenê 2 hezar kes li hundir mane û piranî koçber û derbider bûne.

“Piranîya gundên Êzîdî ji xelkê wan vala ne yan pir hindik lê mane, ola îslamê li wan tê ferz kirin û qedexe ye teqsên olî pêk bîbin, malbatên komên çekdar li gundên Êzîdî hatine bicih kirin û dest danîne ser mal û milkê Êzîdîyan, herwiha hemû mezargehên pîroz û goristan jî hatine rûxandin”.

Sûad Hiso
Sûad Hiso

Li Serêkanîyê jî rewşa civaka Êzîdî pir ji ya Efrînê ne cuda ye, ku heman komên tundrê yên li Efrînê bi artêşa Tirk re derbazî herêmê bûne û binpêkirinan derheqê Êzîdîyan de dikin, li Serêkanîyê jî heman kiryar û tawanan encam didin.

Hevrêzkarê Rêxistina Hevdestî ya Qurbanîyan Orhan Kemal ku ji 4 salan de ji Serêkanîyê derbider bûye agahîy li ser rewşa civaka Êzîdî ya wê herêmê parve kirin.

“Niha ti hebûna Êzîdîyan li Serêkanîyê nemaye, jiber du sedeman ew hatine koçber kirin him Kurd in û him Êzîdî ne, herwiha çekdaran dest danîne ser hemû mal û milkê Êzîdîyan, gelek caran hin malbatan hewldan vegerin ser mal û milkê xwe lê komên çekdar rê nade wan”.

Orhan Kemal
Orhan Kemal

Civaka Êzîdî li Sûrîyê salên dûr û dirêj e ji ber siyasetên rejîma Sûrî li jêr gef yan paşguhkirinê de jîyaye.

Piştî damezrandina Rêvebirîya Xweser Êzîdîyatî li herêmên Kurdî li Sûrîyê bi fermî hate nas kirin û bawermendên vê olê bi serbestî teqsên xwe pêk tînin, lê li Efrîn û Serêkanîyê rewşa wan jerkî hatine dagir kirin serûbin bûye.

Dr. Kemal Sîdo Berpirsê Rojhilata Navîn di Komeleya Gelên jêr Gefê de, hişyarîyê dide ku binpêkirin û tundîya li ser civaka Êzîdî tê kirin, dibe gef li ser çanda hevborandin û bihevre jîyankirinê li herêmê.

Dr. Kemal Sîdo
Dr. Kemal Sîdo

“Eger çend salên din dagirkerîya Tirkîyê berdewam bike, metirsî heye ku qet Êzîdî li Efrîn û Serêkanîyê nemînin, loma tê xwestin ku dagirkerîya Tirk li van herêman nemîne, çimkî ew sedema nemana hevborandina sîyasî û olî ye, ku ev nirx nemîne ne Êzîdî, ne Elewî û ne jî Kurdên misliman yên berê, dimînin”, Sîdo dibêje.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Komîteya Amerîkî ya Azadîyên Olî ya Navdewletî (USCIRF) di raportek xwe de sala 2021an dabû zanîn ku Tirkîyê kêmîneya olî ya Êzîdî ji Efrîn û Serêkanîyê bi darê zorê koçber dike û niştecî ji deverên Sûrî yên din dixe şûna wan de, herwiha Komîteyê ev kiryar weke paqijkirina nijadî bi nav kiribû.

Raporta Efrîn_NR_08_22_2023_Êzîdî_Rojava.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:25 0:00
XS
SM
MD
LG