Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cefer:Tirkîye Çekdarên Îslamî li Gundên Êzîdîyên Efrînê Bi Cih Dike


 Silêman Cefer serokê desteya derve li herêma Efrînê
Silêman Cefer serokê desteya derve li herêma Efrînê

Fişarên artêşa Tirk û grûbên Îslamî li dijî Êzîdîyên Efrînê dewam dikin, û hate zanîn ku guhartina demografî li gundên Êzîdîyan pêk tînin û ola wan qedexe dikin herwiha mezargehên Êzîdîyan jî dirûxînin.

Di vê derbarê de Silêman Cefer serokê desteya derve li Herêma Efrînê ji Dengê Amerîka re ragihand ku çekdarên Îslamî bi destekdayîna artêşa Tirk malbatên xwe li gund û cih û warên Êzîdîyan li Efrînê bi cih dikin.

Cefer ev agahî parve kirin: “Komên çekdar navenda sereke ya Yekîtîya Êzîdîyan ji binî de rûxanidin, herwiha bi dehan welatîyên êzîdî hatine revandin, ku li gundê Basûfanê, di nav de keçeke 15 salî heye 10 kes revandî ne, û em nizain ew hatine kuştin yan zindî ne”.

Cefer dîyar kir: “Weke hemû gundên Efrînê guhartina demografî li gundên Êzîdî jî tê çêkirin, ji Guta, Qelemûn û Doma ereb tên bi cih kirin, gelek mezargeh û cihên pîroz yên Êzîdîyan hatine şewtandin”.

“Mizgeft li gundê Êzîdî tên avakirin daku guhartina demografî bi rêya guhartina olî pêk were, dixwazin rewşeke dêfakto peyda bikin”.

Hêjayî gotinê ye ku li Efrînê 23 gundên Kurdên Êzîdî hene, şênîyên van gundan weke piranîya gelê Efrînê ji ber dagirkerîya Tirk û komên îslamî cih û warên xwe berdan û li koçberî herêma Şehba bûne, û yên li Efrînê mane rastî zêdegavîyan tên li gor jêderên ji herêmê.

Newroz Reşo Efrîn 05 05 2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:15 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG