Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Boneya 19'ê Tîrmehê Panelek li Efrînê Pêk Hat


Panêlek li Efrîn Jibo Bîranîna Rizgarkirina Kobanê ji Çekdarên DAIŞ'ê
Panêlek li Efrîn Jibo Bîranîna Rizgarkirina Kobanê ji Çekdarên DAIŞ'ê

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk di bin sernavê "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, destketî û pêdivîyên serkeftinê" de panêlek li Efrînê li dar xist.

Di panelê de Hêvî Mistefa, Hevseroka Kantona Efrînê û Mistefa Hesen Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) beşdar bûn.

Panêlek li Efrîna di Salvegera Rizgarkirina Kobanê de
Panêlek li Efrîna di Salvegera Rizgarkirina Kobanê de

Herwiha hejmarek mêvan ji partîyên sîyasî, sazîyên sîvîl, êlên Ereb û hin kesitîyên din amade bûn.

Hêvî Mistefan encama kar û xebatên Rêvebirîya Xweser di 4 salên borî de vegotin û herwiha armancên paşerojê û astengîyên li hember wan şîrove kirin, taybetî piştî ragihandina federalîzma Bakurê Sûrîyê.

"Divê diyaloga Sûrî-Sûrî pêşkeve da ku çareserî peyda bibe û guhartin di sîstem û destûr de pêk werin û mafê Kurdan misoger bibe", Hêvî dibêje.

Di panelê de mêvan jî axifîn, nêrîn û rexneyên xwe anîn ziman û kêmahîyên ew dibînin hene raxistin ber çavan.

Panêlek li Efrîn
Panêlek li Efrîn

Endamê nivîsgeha sîyasî ya partîya El- Wihdê de Abdîn Bekir ji Dengê Amerîka re got ku divê rêvebirî ji partîtîyê dûr be û li gor şareze û kanînê kesan, bên hilbijartin".

Hêjayî gotinê ye ku roja 19'ê Tîrmehê weke roja Şoreşa Rojava tê nasîn, ku di vê rojê de sala 2012'an hêzên Kurdî bajarê Kobanê ji rejîmê rizgar kirin û piştre yekûyek bajarên Rojava ketin destê hêzên Kurdî.

Panêlek li Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:03 0:00

XS
SM
MD
LG