Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bombebarana Leşkerê Tirk li Ser Efrînê 35 Kuştiyên Sivîl Û 106 Birîndar


Birîndarên bombebarana artêşa Tirk liser Efrînê
Birîndarên bombebarana artêşa Tirk liser Efrînê

Êrîşên asîmanî yên balefiran û topbarana bi mûşek û tankan ya artêşa Tirk di roja xwe ya pêncê de li ser Efrînê didomin.

Di van êrîşên li dij bajar, navçe û gundên Herêma Efrînê de, gelek zirarên canî di nav sivîlan de çêbûne ku 35 kesan jiyana xwe ji dest dane û 106 kes jî birîndar bûne li gor meclîsa tenduristiyê li Efrîn, herwiha zirarên madî yên mezin jî hene.

Di nava 24 seatên dawî de, tevî bajarên Reco û Cindirêsê gelek gund li hemû navçeyan hatin armanc girtin.

Efrin
Efrin

Li devera Cindirêsê 4 kesan (2 zarok û 2 jin) jiyana xwe di topbaranê de ji dest dan û 14 kesên din birîndar bûn, herwiha hate ragihandin ku, ambolansek hatiye armanc girtin.

Tevî navenda Cindirêsê gundên girêdayî wê ku hatin topbaran kirin ev in: Hemam, Kersefrê, Nisriyê, Dêrbelût, Dêwa, Celemê, Yelanqoz.

Li devera Reco jî ku şerên giran li gundên wê yên sînorî diqewimin, ji doh de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 jî birîndar bûn, herwiha hate zanîn ku artêşa Tirk makîneyên sivîlan gulebaran dikin.

Gundên Reco yên hatin topbaran kirin ev in: Edema, Qode, Şedîya, Bedîna, Memilo, Etmana, Memala, Omera

Herwiha li navçeya Şera balefiran stasyona sotemenî û ceneratorên Bendava Meydankê topbaran kir û di encamê de alavên veguhastina avê ji gola pişt bendavê têkçûn.

Li Navçeya Şera ev gund hatin topbaran kirin: Meydankê, Keferûmê, Hilûbîyê, Qitmê, Qestel Cindo, Bafilûnê.

Efrin
Efrin

Li Navçeya Şêrewa jî topbaranê ev gund kirin armanc: Kibaşîn, Gundê Mezin, Basûfan, Başemrê, Dêr Cimêl û di encamê de sivîl birîndar.

Topbarana dijwar ji serê vê sibê de li navçeya Bilbilê jî hebû ku hejmarek gund û bajarokê Bilbilê armanc kirin û di encamê de kalemêrekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek gundî birîndar bûn.

Li navçeya Şîyê jî li Gundê Xelîl, Alkana û Çeqela topbaran hebû.

Newroz Reşo_Bombebarana Artêşa Tirk Liser Êfrînê 24.01.2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:17 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG