Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mihemed Billo: Rewşa Efrînê ji Her Aliyan Paşguh Bûye


Ji ber rewşa herêma Efrînê ya ne aram û awerte, jimarek ji rojnamevan û çalakvanên Efrînê dest bi çalakiyekê kirine li ser tora medaya civakî bi navê Efrîn berî her tiştî, da ku bala ragîhand û partiyên siyasî bikşînin ser rewşa Efrînê û bi rasteqînî kar ji xelkên wê re bên kirin.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Mihemed Billo re kir, da ku bêtir rewşa heyî ya Efrînê zelal bike û hûrbîniyên vê çalakiyê şîrove bike.

Rojnamevan Mihemed di serî de got, ku rewşa Efrînê roj bi roj xerabtir dibe û partiyên siyasî yên kurdî dest ji Efrînê berdane û tu xebatên berçav nayên kirin ji bo çareserkirina rewşa xelkên wê yên penaber.

Her wiha jî di derbarî çalakiya medyayî ya bi navê Efrîn berî her tiştî, ku li ser tora medya civakî bi haştaga (#عفرين_أولا) hate belav kirin, rojnamevan Mihemed dibêje: "Ev hilmet ji aliyê kesên serbixwe ve hatiye birê kirin, û mebest jê ku em balê bikşînin ser rewşa Efrînê û fişarê li partiyên siyasî, rêxistinên mirovayî bikin, da ku alîkariyê bikin û Efrîn neyê jibîr kirin."

Hevpeyvîna Mihemed Billo-7-7-2018-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:56 0:00

XS
SM
MD
LG