Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nidal Derwîş: Rewşenbîrên Kurd Berpirsên Doza Xwe Ya Netewî ne Ji bo Efrînê


Ji ber berdewamiya êrîşa artêşa Tirkiyê û alîgirên wê yên rikeberiya erebî li Sûriyê li ser Efrînê, jimarek ji rewşenbîrên kurd li Sûriyê, bangewazîk belvakirine û şandine ji hemû partiyên siyasî yên kurdî li Sûriyê re, ji bo piştevaniya Efrînê bikin û helwesta xwe li dijî vê êrîşê bikin yek.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner Dr. Nidal Derwîş re kir, di derbarî vê bangewaziyê ku ji aliyê wî hatibû amadekirin.

Dr. Nidal li ser armanca vê bangewaziyê dibêje:" Me xwest em bi erkê xwe yê netewî rabin li himberî êrîşên li ser Efrînê, û karibin fişarê li ser partiyên siyasî yên kurdî bikin ji bo yekbûna helwesta siyasî di derbarî Efrînê de."

Herwiha Dr. Nidal anî ziman, ku ji partiyên kurdî li Sûriyê tê xwestin, ew girîngiya vê bûyerê bizanibin û li gorî wê xwe bighînin hev, ji ber têkçûna Efrînê wê têkçûna doza kurdî li Sûriyê be, ne tenê ya partiyekê, yan aliyekî siyasî be.

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:02 0:00

XS
SM
MD
LG