Ajansa Reuters, li gor çavkaniyên media Sûrî radigihîne ku Çarşemê grubeke nû ya yekîneyên alîgirên Şamê gihane Efrînê, bo alîkariya şervanên Kurd li dij êrîşên Tirkiyê.
Ajansa SANA ya Sûrî li gûr nûçegihanê xwe gotiye "grubeke din ya hêzên netewî, bi armanca alîkariya xelkê herêmê ji êrîşên berdewam yên dojminkariya Tirkiyê gihane Efrînê."
Tirkiyê roja Sêşemê hişyarî dabû hêzên alîgirên Şamê û got bû dema ew herin Efrîn, ewê rastî "sizadanên giran" bên.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Sêşemê gruba yekê ya hêzên berevaniya millî yên Sûriyê gehiştibû Efrînê.
Peyîvdarê YPG'ê Nurî Mahmûd daxuyaniyek ji raya giştî re dabû û gotibû ku wan rê daye wan hêzan werin Efrînê û sînorên Sûrî ji êrîşa artêşa Tirkiyê biparêzin.