Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peqîn li Bajarê Efrîn Hejmarek Kuştî Û Birîndar Hene


Medya Tirkî ragihand ku, roja Pêncşemê otombîlek bombekirî li deriyê bajarê Efrîn teqî, yê ku li jêr kontrola Tirkiyê û grûbên çekdar yên algirên wê de ye, di encama teqînê de, 9 kes hatine kuştin û hejmarek birîndar jî hene.

Li gor SOHR, Çavdêriya Sûrî bo Mafên Mirov di peqîna otombîla bombekirî de 3 kes mirine û yek ji wan jine, û zêdetirî 9 kesên dî birîndar bûne, lê dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe ji ber ku, birîna hinan ji wan girane, weke SOHR dibêje.

Ajansa Anadulu ya Dewleta Tirk jî, dide zanîn ku serê sibeya Pêncçemê li yek ji deriyên jorketina bajarê Efrîn, di xala ewlekariyê de, bombe di tankereke gazê de peqî ye, bûye sedema şewitandina derdoran.

Efrîn ji aliyê artêşa Tirk û grûbên çekdar yên opozisyona Sûrî ve tê kontrol kirin piştî ku bajar û herêma Efrîn di operasyona "Çiqa Zeytonê" de, zêdetirî salekê ye ji şervanên Kurd hatbû stendin.

XS
SM
MD
LG