Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Efrînê Paneleke Ser Rewşa Ragihandinê li Rojava Pêk Hat


Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk li Efrînê paneleke bi sernavê (Ragihandin ligelçûna Şoreşa Rojava) de, li dar xist.

Di panelê de hejmarek rojnamevan û rewşenbîr beşdar bûn û babetên weke, rol û bandora ragihandinê di şoreşa Rojava de, pirsgirêkên ragihandinê li Rojava û sedemên wan, herwiha çawa rola ragihandinê tê aktîv kirin, hatin nîqaş kirin.

Bêrîvan Sîdo, endama rêvebirîya Navenda Rojava li ser vê panêlê û armancên wê wiha axifî: "Nîqaşeke cidî di panelê de hate kirin, em bi hêvî ne hemû nêrînên hatine gotin û encama ku derketîye, rê li ber rastkirineke ragihandinî çêke".

Mêvanên panelê jibo çareserkirina pirsgirêkên ragihandinê û rakirina asteng û rêgirîyên li hember rojnamevanan, nêrîn û pêşnîyarên xwe anîn ziman.

Rojnamevan Îbrahîm Îbrahîm ji wiha nêrîna xwe dîyar dike: "Tê xwestin ku ragihandin li Rojava pêş bikeve, ta di asta şoreşê de be, û çi pirsgirêk hebe bi alîkarîya hemû alîyan were çareser kirin".

Rojnamevanên hazir panel weke gaveke girîng dîtin ku kesên di ragihandinê de dixebitin werin cem hevda ku karê xwe rêkûpêk bikin û ragihandina Rojava aktîvtir bikin.

Rojnamevan Kendal Şêxo jî civîna xebatkarên ragihandinê wek derfeteke girîng bi nav kir. "Ev civîn têkîlîyên nav xebatkarên ragihandinê de xurt dike û pevguhartina nêrînan jibo pêşxistina karê rojnamegerîyê li Efrînê pêk tîne."

Di dawîya panelê de hin encam hatin derxistin û ji alîyên peywendîdar yên Rêvebirîya Xweser re hatin nivîsîn. Di encamnamê de darxistina workşopan û çêkirina pirsnameyan û herwiha rêdana alavên ragihandinê ku bi hêsanî bixebitin û sazûmankirina karê ragihandinê li Rojava.

Panêlek derbarê Raghinadinê li Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00

XS
SM
MD
LG