Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Ciwan Mihemed: Di Êrîşên Ser Efrînê de 415 Birîndar Û 156 Şehîd Hene


Dr. Ciwan Mihemed di hevpeyîna ligel Dengê Amerîka de derbarê rewşa sîvîlên Efrînê axifî.

Wî got ku di du rojên dawî de şer gelek giran bûye û hejmara kuştî û birîndaran jî zêde dibe.

"Bi giştî 415 birîndar û 156 şehîd hene. Herwiha firokên Tirkîyê û bombebarana artêşê du caran ambulansên ku birîndaran vediguhêzin, hatine bombebaran kirin."

Dr. Mihemed da zanîn ku heta niha wan jibo alîkariyê bangî gelek sazîyên navnetewî kiriye, lê encamek jê derneketîye û tenê Heyva Sor ya Kurdî li Sûrîyê alîkarî dike.

Dr. Mihemed bal kişand ku şanda parlamena Herêma Kurdistanê, 7 ton dermanan bi xwe re anîne."

"Mixabin ew derman hêjî li bajarê Qamişlo dimînin û negihane nexweşxana Efrînê."

Kerem kin tevahîya vê hevpeyvînê guhdar bikin

Hevpeyvin ligel Dr. Ciwan Mohamed Rêvebirê Nexoşxana Efrîn
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:03 0:00

XS
SM
MD
LG